Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina PDKÎ û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê

12:30 - 20 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Şandek ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bargeha navendî a Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê tevî şandek a wê partiyê hevdîtin kir.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, 19’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, şandek ji rêberiya PDKÎ bi serperestiya Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ seredana Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê kir û ji aliyê heyetek a wê partiyê bi serperestiya Ebdulla Muhtedî sekreterê giştî yê Komlê we hat pêşwazî kirin.

Di wê hevdîtinê de Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ û Ebdulah Muhtedî sekreterê giştî yê Komelê, derheq rewşa niha a Kurdistanê axivîn.

Rewşa Rojhelata Navîn, êrişa DAÎŞ’ê bo ser hin ji beşên Îraq û Sûriyê û derencamên wê, pirsa Kurd ji her çar parên Kurdistanê, rewşa niha ya gelê Kurd li hewkêşeyên siyasî ên navdewletî de û pirsa Navikî a rejîma Îranê û gotûbêjên etomî yê niha li Viyen, qise û basên vê hevdîtinê bûn.

Di doma wê hevdîtinê de, rewşa niha a Kurdistana Îranê hat ber basê û şirove kirin. Di vê beşê de rewşa niha ya xebata neteweya Kurd, partî û aliyên Kurdistana Îranê, û naveroka wan cehdên ku hin kes û alî bi dijî partiyên rojhelat û mehta kirina rejîma Îranê encam didin, kete ber basê.

Bas û rawêj û pêşniyar û rê û cihên hêja bo bihêz kirina xebata gelê Kurd di Kurdistana Îranê de û berhevdana erkê partiyên kurdî di revşa niha de, mijarên wê hevdîtinê bûn.

Di dawiya vê hevdîtinê de, du alî li ser têkiliyên zêdetir bo karê hevpar tekez kirin.