Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina Sekreterê giştî yê Partiyê bi heyeta Partiya Sosyal Demokrat a Almanê

15:46 - 20 Gulan 2015

Kurdistan Media: Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi heyetek ji Partiya Sosyal Demokratên Alman re civiya û da zanîn ku Îran berjewendiyên xwe li afirandina dubendî, fitne û aloziyên di Rojhilata Navîn de dibîne.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja sêşemî 19ê Gulana 2015an, civînek di navbera sekreterê giştî yê PDKÎ bi hevrêtiya nûnerê partiyê li Almanê “Hîwa Behramî” li gel Partiya Sosya Demokratên Almanê de pêk hat.

Heyeta Partiya Sosyal Demokrat a Alman pêkhatibû ji: “Dîtmar Nîtan” cihgirê serokê partiya Sosyal Demokrat û endamê Parlementoyê û herweha “Kunistantîn Voynof”berpirsê pêwendiyên derwe yê vê partiyê li Parlemana Almaniyayê de. Heyta han di destpêkê de Partiya Demokrat bi dost û hevalbendek girîng li deverê de da zanîn.

Piştre sekreterê giştî yê partiyê tevî sipasdariya ji bo vê pêkanîna vê derfetê, dîtin û nerînên hizba Demokrat li dor hin pirsên girîng ên Kurdistan, Îran û deverê anî ziman û bi hûrî li ser pirs û kêşeyên kurdan di Kurdistana Îranê de sekinî.

Mistefa Hicrî eva jî da zanîn ku, serbarê wê ku Hizba Demokrat li sê dehsalên derbasbûyî de berdewam tekoşîna bi aştî çareserkirna pirsa kurd li Îranê de daye û li vê riyê de jî rêberê herî navdar ê xwe ji dest daye, lê lihev hatin û aştîxwazî li cewher û naveroka rejîma Îslamî a Îranê de xuya nake û li ser vê baweriyê ye ku dikare hemû pirsgirêkan bi riya şîdet û tepeseriyê ve çareser bike.

Hicrî derheq rola nerênî û nigatîv a rejîmê li deverê de, rejîma Îranê bi hêzek binav kir ku berjewendiyên xwe tenê li dubendî, alozî û kirîz afirandina li deverê de dibîne, lewre bûye ektorê sereke di kirîz afirandinê de.

Hicrî derheq egera lihev hatina navikî a gurûpa 5+1 bi Îranê re, da zanîn ku li egera rêketinek wusa de, dê destê Îranê li her warî de vekirî be daku bikare siyasetên xwe li hundur û derwe de cîbecî bike, lewre pir girîng e ku rojava çavdêriya zêdetir li ser reftar û kiryarên rejîma Îranê bike givaşên zêdetir bixin ser Îranê.

Paşan “Nîtan”cihgirê serokê Partiya Sosyal Demokratên Alman tekez I ser vê yekê kir ku nabe ihevhatinên rojava bi Îranê re li ser hesaba xelkê Îran û deverê be û dibe ku rojava û li pêş hemûyan de jî Almaniya, girîniyê bi pirsên navxweyî ên Îranê û bi taybet pirsa kurd bidin û ji bo pêşîgirtina ji tund û tûjiyên zêdetir û herweha pêpeskirina mafên mirov ji aliyê rejîmê di wî welatî de pêngavên hewce û jêhatî bavêjin.

“Nîtan”tevî îşarekirin bi dostaniya çend dehsalî ya navbera hizba Demokart û Sosyal Demokratên Alman, xwast û hêviya xwe jî derheq xurtkirina zêdetir ya têkiliyan da eyanê.

Li dawiyê de sekreterê giştî tevî îşarekirin bi bûyerên vê dawiyê ên Kurdistanê, bi taybet xwenîşandanên bajarê Mehabad Serdeştê, daxwaz ji heyeta Sosya Demokrat ku niha bi Demokrat Mesîhiyên Alman re hikûmeta hevpar birêve dibin, kir ku ji riya xwe ve zext û giavaşan ji bo rejîmê li dor azadkirina girtiyên van bûyeran bînin.

“Nîtan” soz da ku weke feraksiyona Partiya Sosyal Demokart, daxwazek fermî ji wezareta Karê Derwe bikin ku li vê derheqê de gavên hewce bavêjin.