Kurdistanmedia: Hevjîna şehîdekî PDKÎ li bajarê “Şino”yê koça dawiyê kir.
Li gor nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê , roja Înê rêketa 8`ê Xermananê “Zara Pûrxizrî” hevjîna şehîd “Îsma`îl Drustkar” li gundê “Girgaşan” ser bi bajarê Şinoyê koça dawiyê kir.
Navbirî kesekî dilsoz bû û pêşmere cem wî hezkirî bûn, û heya dawiya jiyana xwe emgnas bû bi rêbaza hevjîna xwe bû.
Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spartin.
Şehîd “Îsma`îl” Dirustkar” piştî peywestbûn bi refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê, di rûdawekê de li gundê “Qelatan” ser bi bajarê “Neqede” di rêketa 12`ê Banemera 1362`an de tevlî karvanê şehîdan bû.
Tirba navbirî li gundê “Qelatan”ê ye.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbat, xim û kesûkarên nabirî dike û xwe bi hevparê xema wan dizane.