Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevjîna şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê çû ber dilovaniya xwe

18:10 - 2 Gulan 2019

Kurdistanmedia: “Zileyxa Ehmednijad” hevjîna şehîdekî PDKÎ li bajarê Mehabadê koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 10`ê Banemera 1398`an, “Zileyxa Ehmednijad” hevjîna şehîd Xalid Elîpûr li bajarê Mehabadê çû ber rehmetê.

Şehîd Xalid serpelê pêşmergeyên parêzerên şehîd Dr.Qasimlû bû û berdewam di gel şehîd Dr. Qasimlû bûye.

Navbirî li sala 1334`an li gundê “Quzlû” jidayîk bibû, û Rêbendana sala 1367`an li Urmiyê hate bidarvekirin.

Şehîd Xalid di heyama dehikên 60`î de, li ser daxwaza PDKÎ dizivire navxweyî welat û piştire ji aliyê rejîm ve hate desteserkirin, û piştî heyamekê li girtîgehê navbirî bidar vekirine.

Termê xwedêjêrazî bi amadebûna xelkê deverê bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema van dizane.