Kurdistanmedia: Hevjîna şehîdekî sorxelat ê PDKÎ bi yekcarî dilê wî ji lêdanê ket.
Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, daye Meryem Mehmûdnijad xelkê gundê “Gêçê” a Urmiyê û hevjîna şehîd Mihemed Silêmanî di temenê 84 saliyê de çû ber rehmetê.
Şehîd Mihemed Silêmanî di sala 1361`an de, tevî çend qehremanên din di riya bergirî ji xaka Kurdistanê, di destanrêsiyeke bêmînak de, di şerê naskirî ê “Pira Coniyê” de tevlî karwana şehîdan bû.
Herweha du birayên Meryema rehmetî bi navên “Yûsif” û “Se`îd Mehmûdnijad” di rêbaza pirr ji serwerî ya PDKÎ de canê xwe goriyê xaka Kurdistanê kirine. Dade Meryem heya dawî demên jiyana xwe, emegdar bi rêbaza hevjîn û du birayên xwe ên şehîd ma.
Termê navbirî di nava girseya xelkê herêmê de bi axê hate spartin.
PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarê navbirî û xwe hevparê xema wan dizane.