Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyek Kurd yê Seqizê bi 5 sal hepsê hat kehkûmkirin

21:11 - 5 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Hevwelatiyek Kurd yê Xelkê Seqizê ji aliyê dadgeha Şoreş a wî bajarî ve bi 5 salan hepsê hat mehkûmkirin.


Li gor nûeyê nûnegihaniya “Kurdpa”, Mihemed Ezîzî xelkê gundê “Kawmile” temen 30 salî li Zistana sala 2009’an ji aliyê hêzên Ewlehî ên rejîmê ve li gundê “Merxoz” yê ser bi devera “Gewrkayetî”a babajarê Seqizê hat destbiserkirin.
Di dadgeha destpêkîn de Mihemed Ezîzî bi 6 sal hepsê hatibû hemkûmkirin û dadgeha pêdeçênê jî humkê han pejirand.

“Kurdpa” li zarê yek ji nêzîkên Mihemed Ezîzî ve ragihandiye ku di encama nerazîtiya navbirî û parîzerê wî de, hikmê han bo dadgeha bilin a welat hat birêkirin û piştre navenda han hukmê wî kir 5 sal.

Kesê ku navê xwe eşkere nekiriye, gotiye ku Mihemed Ezîzî tev birayê xwe bi tawana endametî di yek ji partiyên siyasî ên Kurd hatine destbiserkirin. Piştî salekê birayê wî yê binavê “Cemal Ezîzî” serbest dihê verdan.

Li gor çavkaniyê, 12 salan berî niha jî “Mihemed Ezîzî” bi hemen tawan hatibû destbiserkirin û hukmê îdamê jêre hatibû birrîn, lê piştre ji aliyê dezgehê Qezayî ve hukmê han bo 15 salan hat kimkirin û piştî derbaskirina 8 salan di hepsê de serbest dihê berdan.
Niha hevwelatiyê han di girtîgeha babajrî Seqizê de heyamê hukmê xwe derbas dike.