Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyekî Kurd cezayê 10 sal girtîgehê bi ser de hate sepandin

13:03 - 10 Tebax 2015

Kurdistan Media: Ciwanekî Kurd yê xelkê bajarê “Bokanê” ji aliyê tayê 28 ya dozgeriya “Înqlab” a wî bajarî ve, 10 cezayê hepsê bi ser de hate sepandin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, “Namîq Dildil” xelkê bajarê Bokanê ji aliyê Qazî “Miqîse” li çiqa 28 ya dadgeha “Înqilab”a wî bajarî ve cezaya 10 sal girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Dadgehîkirina wî hevwelatiyê Kurd bi bêy parêzer birêve çû û tevî derbazbûna 15 mehan bi ser binçavkirina wî û sepandina hukm bi ser de, li benda 209 ya girtîgeha “Êvîn” ê de destbiser e.

Namîq Dildil berê jî bo midehê 3’ salan li girtîgeha “Recayî Şehr” a bajarê Kerecê de hatibû hepskirin ku piştî serbestberdana wî di 29’ê Xakelêweya 1393 a Rojî de, dubare li bajarê Bokanê de hate binçavkirin û ji bo benda 209 ya girtîgeha Êvînê hate veguhastin.

Ew hevwelatiyê Kurd bi tometa “domandina çalakî û piropagendeyên mesebî” û çap û belavkirina pirtûkên mesebê Sune hatiye binçavkirin.