Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlek rastîn yan taktîkek xapîner

00:20 - 24 Hezîran 2012

Arîn

Wekî xuya niha rojeva herî germ a Turkiyê, pirsa kurd e û vê li roj û mehên pêşiya me de jî her li rojevê de bimîne. Ji ber ku heya niha aliyê hemberî kurdan, tenê partiya desthilatdar a AKP’ê bû ku bas ji çareseriya pirsa kurd dikir, helbet zêde di çarçoveya soz û durûşmeyan de, nexa ji bilî hin gavên biçûk nebin, tu tiştek wusa berçav li pêvajoya çareseriyê de encam neda.

Ger mirov hinekê realîst bifikire, eva zêde taktîkek bûye bona xapandina kurdan û raya giştî a Turkiyê li dor germkirina bazara hilbijartinan û bihêzkirina pêgeha xwe. Meşandina siyasetek bi vî awayî, karî bo sê dewreyên li dû hev garantiya desthilata AKP’ê bike. Eva jî bûye sedem ku çavê partiyên din jî beredayî nede û hêdî hêdî xwe ji vê nêçîra giranbuha nêzîk bikin.

Lewma niha serê çend rojan in ku partiya herî mezin a Opozîsyonê, anku CHP’ê pirsa kurd xistiye rojeva xwe û Turkiyê. Qey tu dibêjî taze hatibe ser hişê xwe û teze dizane ku pirsek mezin bi navê kurd li wî welatî de heye ku hewce dike bi aştiyane were çareser kirin. Bi her hal CHP’ê gavek avêt ku girîng, dîrokî û li rastî de li bejna wê nedihat û li gor raman, realîte û pêşîneya siyasî a wê jê nediweşiya, lewma mirov hinekê ecêbgirtî û matmayî dike û herweha dixe gumanan ku qey tu bêjî micid be li ser? Yan gelo bona berjewendiyên siyasî, reklam û taktîka hilbijartinê ye yan siyaseta nû ya CHP’ê? Gelo merem xapandin û dubare kirina lîstika Erdoxan e yan na qebûlkirina realîteya heyî?

Realîteyek ku CHP’jî êdî nikare çavê xwe li hember de biniqîne

Nexşerêya CHP’ê ya çareseriyê ku ji paketek 10 madeyî pêk tê, pêşkêşî parlemento û Serokwezîr hatiye kirin. Herweha hevdîtinek jî li navbera serokê CHP’ê û serokê AKP’ê de pêk hat. Xwediyê paketê daxwaz kir ku her 4 partî li meclîsê de li ser vê pirojeyê bihevre kar bikin. Ji ber ku cihê çareser kirina pirsa kurd Meclîs e, madam ku meclîs îrada gel e, cihê çareseriyê jî divê ew be.

Pirojeya han ji aliyê Partiya desthilatdar û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP’ê) ve hat pêşwazîkirin, bi taybetî Erdoxan ragihand ku ew amade ne derheq pirsa kurd bi her kesî re rûnên, lê partiya neteweperest a MHP bi xurtî li dijî sekinî û ew yek bi hewildanek badilhewa da zanîn. Lê nabe ew partiyane li benda tiştek nû bin ji MHP’ê, jiberku dengderên wê neteweperset in û li dijî her hewl û gavekê ne li vê çarçoveyê de.

Lê rastiyek din jî heye ku niha AKP nîgeran û ditirse ji MHP’ê. CHP’jî nîgerane ji piştgiriya AKP’ê ku bê xapandin. BDP jî nîgerane ji her duyan ku neke taktîkek siyasî be û bixwazin bi rûbendek din temenê vê pirsê dirêj bikin. Lê raya giştî, xelkê Turkiya li benda dawîanîna bi tund û tûjiyê ne û geşbînin bi çareseriyê.

Lê pirojeya han girîngiyek xasmanî a xwe heye ji bo vedîtina rêçareyek guncaw li dor çareseriyê û vê yekê nîşan dide ku hêdî hêdî helwestek hevpar li navbera siyasetvan, rewşenbîr û hevwelatiyên asayî de li dor vê pirsê çê dibe.

Lewma hewce dike kurd vê pirojê pozetîv û bi xalek guhertinê li siyaseta CHP’ê de bibînin û çi ji destê wan bê û dikewe ser milê wan, li dor handan û piştgirîkirina vê pirojê de xemsarî û qusûriyê nekin.
CHP neçare xwe biguherîne, ji ber ku rewş ne ya 20-30 salên berê ye û bona wê ku li qada rikeberiyê de bimîne û bixwaze desthilatê bi dest bixîne, neçare ku vê rastiya tal jî qebûl bike û hezîneyê jêre terxan bike. Ji hêla din ve jî ew endamê Înter Nasyonala Sosyalîst e û divê pêka norm û pîvanên wê jî rabe.
Li vê navberê de AKP jî neçar dimîne ku piştewaniyê ji pirojê bike, ji ber ku sozên xwe bicih neanîn û partiyên din wekî asteng û hincet bikar dianî û niha ku CHP jî amadeye, edî tu hincetek namîne.

Ji ber ku serdana Erdoxan ya bo Amedê li çend rojên derbasbûyî de nedişibî ya salên berê û bi pêşwaziyek sar re ber bi rû bû. Him jî li navxweyî AKP’ê de kurd jê nerazî ne û hêdî hêdî dengê nerazîbûna wan bilind dibe. Ya paştir jî, CHP’ niha rikeberiya wê dike bo alternatîv bûnê.

Herweha li asta navnetewî û bi taybetî ji alî YE’ê ve di bin zext û givaşan de ye. Lewma neçare gavên zêdetir ji CHPê bawêje, eva jî em dîbînin li nav vê nîqaşê de, Erdoxan mizgîniyek bi qewlê xwe dîrokî li dor zimanê kurdî dibe kurdan, ku li sala pêşber de kurdî jî weke dersa bijarte û dilxwaz li dibistanên navîn de were perwerdekirin, bê heger nine. Pêka sîstema perwerdehiya niha ku bo sê qonaxên 4 salî hatiye parve kirin, Dersa bijarte li sinifa pênecem, anku li qonaxa duyemîn de dibe ku were perwerandin. Diyare eva jî tê wê wateyê ku dewletê hêj bi awayek destûrî û qanûnî îtîrafê bi hebûna gelê kurd û mafên wê nekiriye û ev yek jî welatiyên kurd re nabe maf û destkeftiyeka destûrî û qanûnî.

Ger em vê yekê bi nîsbet daxwazên kurdan û rewşa cîhanê, mafên cîhanşimûlî yên însanan û asta vî mafî li welatên din de binirxînin, bêguman gavek gelek biçûk e û divê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê li baxçê zarokan heya zanîngehan. Berevaj, weke dersa bijarte û li her hefteyê de çend seet perwerde wekî Demirtaş ragihand: tê wateya wê ku hikûmet 5 salan zarokan asimîle bike û piştî wê, zimanê kurdî weke zimanê biyanî bi dilxwaz û li cihê zimanê îngilîzî bide zarokan; eva nabe perwerdeya bi zimanê zikmakî. Herweha li tu cihek cîhanê de zimanê zikmakî weke dersa bijarte nehatiye û ew yek tenê bo zimanên biyanî tê bikaranîn, lewma wusa dixuye ku carê desthilatdarên turk hêj bi çavê biyaniyan mêzeyî kurdan dikin.


Lê ji hêla siyasî û rewşa dîrokî a Turkiyê li gor 80-90 salên derbasbûyî de, gavek girîng, baş û bihêvî ye. Raste têr nake, lê dîsan jî erê jî hewce ye. Lewma hewce dike pêşwazî jê bê kirin û bibin alîkar ji bo gavên nûtir û bi awayek aştiyane xebata xwe bidomînin daku hikûmetê bînin ser vê baweriyê ku pirsa kurd û zimanê kurdî li ser bingeha wekheviyê bê çareser kirin. Bi taybetî ku niha xebatên amadekirina destûrek nû li rojevê de ye û gavên weha biçûk jî dikarin bibin zemîneyek guncaw bo pêşerojê.