Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeta Peywendiyên PDKÎ kombûnek digel Parlementarê Yekîtiya Ewropayê lidar xist.

18:11 - 31 Gulan 2022

Roja Yekşemî 29`ê Gulanê, Heyetek ji peywendiyên PDKÎ li welatê Danîmarkê ku, ji berpirsê peywendiyên navnetewî yên PDKÎ li Danmarkê yên bi navên “Hejar Deştî”, endamê komîteya peywendiyên derve “Dana Elyasî û berpirsê komîteya giştî ya PDKÎ “Cemşîd Xusrevî” kombûnek digel parlementarê Yekîtiya Ewropayê “ Nikolai Villumsen” ê girêdayê Partiya Rêza Hevpeymaniyê lidar xistin.

Di vê kombûnê de, li derheq siyaseta PDKÎ bona çareserkirina pirsa Kurd li Îranê û demokrasîzekirina wî welatî bo qazanca gelên Îran û cîhana derve, gotûbêj kirin.

Herwisa behsa ji danûstandinên Yekîtiya Ewropa û rejîma Îranê hat kirin û daxwaz hat kirin ku Yekîtiya Ewropayê di wan danûstandinan de nabe xebata gelên Îranê û xebata rewa ya wan bo bidestxistina azadiyê piştguh bavêje û bike qurbanî.

Di dawiyê de behsa çawaniya baştirkirina peywendiyên herdu aliyan û herwisa mikanîzimek çalak  hat kirin ku, dikare bandorek baştir bona rohnkirina mijarên peywendîdar bi Rojhilatê Kurdistan û binpêkirina mafê mirovî ji aliyê rejîma Tehranê ve li derheq gelê Kurd tên encam dan hebe.

 “Nikolaj Villumsen” bo lidarxistina vê kombûnê spasiya heyeta PDKÎ kir û herwisa bona vê yekê hêvî xwast ku bikare bibe bi dengek bihêz bo Kurd li parlemana Yekîtiya Ewropayê de.