Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetek a Komîteya PDKÎ li welatê “Swêd”ê di kombûna belgefîlma “Komara Kurdistan”ê de beşdarîkir

12:51 - 17 Adar 2022

Roja Yekşemî 22ê Reşemê, li bajarê “Goteborg” li welatê “Swêd”ê, Komîteya PDKÎ li wî welatî li kombûna belgefîlma “Komara Kurdistan”ê de beşdarî kirin.

Hunermend “Simaîl Mamilê” wekî birêveberê wê kombûnê, berhema 22 sal hewl û keda xwe li derheq bi belgekirina bûyerên serdema Komara Kurdistanê, xiste ber çavê beşdarbûyan.

Di vê belgefîlmê de beşek ji bûyerên dîrokî bi awayek zindî û belgeyên nû hatine nimayîş kirin.

Herwisa di vê belgefîlmê de piraniya şahidên zindî li ser beşek ji bûyer û babetên balkêş axavtin kirin,ku piraniya wan di vê serdemê de endam, pêşmerge yan karbidestên Komara Kurdistanê bûne.

Heyeta Komîteya PDKÎ tevî destxweşî ji hunermend “Simayîl Mamilê” li derheq wî karê netewî, piştewaniya zêdetir a wê Komîteyê ji navbirî ragihanid.