Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke PDKÎ di semînarekê de beşdarî kir

15:49 - 29 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Heyeteke PDKÎ li welatê Norwêjê di semînarekî de ku li ser pirsa yekîtiya Kurd û pêwendiya di navbera hizbên Kurdî de bi rê ve çû, beşdarî kir.

Roja Înê 5`ê Cozerdanê heyeteke PDKÎ di welatê Norwêjê de, beşdarî di semînarekê de kir, ku jialiyê Hizba Mesîhî ya Norwêjê û rêkxirawa berevanî ji mafê serxwebûna Kurdistanê, li Osloya patyextê Norwêjî ve pêk hatibû.

Di vê semînarê de, Erik Selle berpirsê Hizba Mesîhî, p Ayoob Kara cîgirê Wezîrê Welatê Îsraîlê û çend kesên din li ser girîngiya yekîtiya Kurd bo mafê serxwebûna Kurdistanê, û herwisa pêwendiya di navbera hizbên Kurdî û welatên din ên cîhanê de axivîn.

Di vê semînarê de, beşdarbûyiyan, di her beşeke basên xwe de, boçûnên xwe bas kirin.

Heyeta PDKÎ pêkhatî ji Kawe Ebdalî û Ebdullah Hicab di vê semînarê de beşdar bûn.