Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke PDKÎ serdana parlimana Kanadayê kir

21:29 - 1 Adar 2017

Kurdistanmedia: Heyeteke PDKÎ digel endamekî parlemenê ku ser bi Partiya Desthilatdara Lîberal a Rojavayê Kanadayê bû, hevdîtin pêk anî.

Roja Duşemiyê 9’ê Reşemeha 1395’an, heyeteke PDKÎ pêkhatî ji “Şehriyar Wîje”, berpirsê komîteya PDKÎ a Rojavayê Kanadayê, û Îsma`îl Îbrahîmî nûnerê Hizbê li Kanadayê, di nivîsîngeha taybetî a xwe de, digel “Têrî Bîç” dostê gelê Kurd û endamê parlimana Kanadayê a ser bi Partiya desthilatdar a Lîberal, hevdîtin pêk anînin.

Di vê hevdîtinê de destpêkê behseke giştî li ser guherînên dawiyê di Rojhilata Naverast de, û rewşa xebata gelê Kurd bi giştî hate kirin, heyeta PDKÎ bi hûrî li ser xebata PDKÎ û gelê Kurd di Rojhilata Kurdistanê û Rasana nû a Rojhilat bo “Bîç” axivî, û daxwaz kir ku Kanada piştevaniyê ji xebata gelê me bike, û daxwaz hate kirin ku derheq bi pêyvendiyên dîplomatik ên navbera Kanada û rejîma îslamiya Îranê, nihêrînên hemwelatiyên kurd li ber çav were girtin, û Kanada berdewam be li ser givaşa li ser rejîmê di aliyê mafê gelan û mafê mirovan û piştevaniyê ji kiryarên vê rejîma terorîst.

Di vê hevdîtinê de, birêz “Bîç” keyfxweşiya xwe bo vê hevdîtinê anî ziman, û spasiya heyeta PDKÎ kir bona zanyarî û ronkirinê û hevkariya zêdetir, û liberçavgirtina daxwazên wan, û hêvî kiri ku pêvendî û hevdîtinên her du aliyan her bi vî awayî berdewam be.