Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hey`eteke Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê serdana Hizba Demokrat kir

17:29 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Hey`eteke Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistan, serdanê Şivraya Birêveberî a kempa Cêjnîkan a PDKÎ kir.

Roja Yekşemî 6`ê Gelawêjê, hey`eteke Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê bi serperestiya “Kemal Behrekî” berpirsê komîteya Behrekê a Yekîtiyê, serdanê Şivraya Birêveberî a kempa Cejnîkan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir.

Ew hey`ete ji aliyê vefdeke Hizbê bi serperestiya “Rehîm Mengûrî”, endamê Navenda Siyasî a Hizba Demokrat ve, hate pêşvazîkirin.

Di vê civînê de, herdu aliyan, pirsa Kurd û deverê bi hûrdî niqaş kirin û herwisa wekî du hêzên heval, tekezkirine li ser parastina berjvendiyên neteweyî û bihêzkirina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de.