Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêza întizamî a rejîma Îranê êrîşî ser bazarên Dolarfiroşan dike

19:13 - 27 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Piştî bilindbûna nirxa Dolar di Îranê  û Kurdistanê de, hêzên întizamî û leşkerî yên rejîma Îranê êrîşî ser bazarên Dolarfiroşên bajarê Ciwanroyê kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, hêzên întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê, li bajarê Ciwanro  a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, êrîşî ser bazara Dolarfiroşan kirin, û di encamê de, di navbera xelkê û hêzên serkutkar de, şer û pevçûn derket.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di vê derheqê de daye xuyakirin ku, hêzên întizamî yên rejîma Îranê zêdeyî 100 hevwelatiyên Kurd yên di vî bajarî de destbiser kirine, û heya niha çarenivîsa van hevwelatiyan ne zelal e.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, ev yeka jî daye eşkerekirin, di bazarên guherîna perê biyanî yên di bajarê Ciwanro de, her kes zêdeyî 10 hezar Dolarî biguhere, ji aliyê hêzên întizamî yên rejîmê ve tê destbiserkirin.

Nirxa Dolar roja Sêşemî piştî axavtina “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê,  1 hezar Tûmenê din jî giran bû, û şîpeleke din di nav bazara pere de çê kir, û li gorî amarên malperên taybet bi pere û zêr ku belav kirine, nirxa  yek “Euro” niha bûye 21 hezar û 600 Tûmen, û nirxa yek “Pound”ê Birîtaniyayê jî bi qasî 24 hezar û 200 Tûmenî hatiye veguhastin.

Roja Çarşemî rêkefta 4`ê Rezberê (26`ê Îlonê) bazara pere dîsan hilkişiyan û daketin a çirkeyî bûye, bi awayekî ku ji nişkêve, her Dolareke Amerîkî zêdeyî 2 hezar Tûmenî girantir bû, û sînorê 19 hezar Tûmenî derbaz kir.