Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hezaran zarokên Xûzistanî ji çûna bo xwendingehê bêpar in

10:37 - 13 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: 12 hezar zarokên di Xûzistanê de li ber destengiyê nikarin herin xwendingehê, ku hindek ji wan bi sedema nebûna solikan (pêlavan) neçûne xwendingehê.

Berpirsê karûbarên zirardîtiyên civakî ku ser bi Îdareya Giştî ya “Bêhzîstî”ya Xûzistanê ye gotiye: Gellek ji zarokan ku naçin xwendingehê, hinek ji wan li ber destengiyê û bi sedema nebûna solikan nikarin herin xwendingehê.  

Fethelîpûr berpirsê karûbarên zirardîtiyên civakî ku ser bi Îdareya Giştî ya “Bêhzîstî”ya Xûzistanê ye ragehand: Îsal fayleke 12 hezar kesî ji zarokên ku nikarin herin xwendingehê, ji Îdareya Giştî ya Perwerdehiyê ve gihîşte destên me. Mixabin ku Wezareta Perwerdehiyê nekariye ku bi birêveberiyeke dirus û kuntiroleke baş ji riya kesên xêrxwaz ve, ku amade ne hevkariya xelkê hejar bikin, van kêşeyan çareser bikin.

Malpera bi navê “Rûydad 24” di Îranê de amareke hejîner ji zarokên bêpar ji xwendinê di welat de, li bereberê vekirina xwendingehan de belav kiribû. Vê çavkaniyê di destpêkê de bas ji peçavtina rastiyan bi serjimêriyên biderev ên berpirsyarên hikûmetî kiriye, û nivîsaniye: Hejmara zarokên bêpar ji xwendinê yek ji wan hezaran amaran e, ku zanyariyên rast li ser wan nînin. Her yek ji îdareyan serjimêriyeke cuda belav dikin, ku renge her ew bêserûberiya di serjimêriyan de, nîşana kûrbûna vê êşê be.