Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehiyê pêşiya birêvebirina simînarekê li Enîstîtoya Ehmedê Xanî girtin

14:01 - 3 Adar 2013

Kurdistanmedia: Enêstîtoya Çandî û Hunerî a Ehmedê Xanî li bajarê Urmiyê biryar bû simînerek bo 7 kes li çalakvanên Çandî birêve bibe, lê ji aliyê nawenda ewlehî ya rejîma Îslamî a Îranê pêşî jê hat girtin.
Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedi, hêzên ewlehiyên rejîma komara Îslamî a Îranê li Urmiyê bê evê ku amanceke diyarkirî hebe nehêlane ew simînare birêve biçe.
Bi gotina yek ji şahîan, ev hêzane çune Enêstîtoya Ehmedê Xanî û li dema civînê de xelkê ji wir de derxistine.
Enêstîtoya Çandî û Hunerî a Ehmedê Xanî di sala 2003’an, bi wergirtina weqtê yasa “Fereng û Îrşad”ê ve hat avakirin.
Yek ji armancên vê nawenda Ferhengî , girîngîdan bi rewşenbirî û kultûra kurdî.
Enêstîtoya Çandî û Hunerî a Ehmedê Xanî li heyamê 10 salên derbas bûyî de çendîn çalakiyên Çanî û rewşenbîrî weke deyan civînên fêrkirin bi zimanê kurdî, rêzgirtin li hunermendan û helbestvanan kiriye.