Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlekariya rejîma Îranê êrîşî ser gundiyên Behbehanî kirin

16:27 - 17 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Hêzên ewlekariya rejîma Îranê êrîşî ser gundiyên Behbehanî kirin, û kesek kuştin.


Li gora nûçeya nûçegihaniyan di encama êrîşa hêzên ewlekariya rejîma Îranê li ser xelkê gundeke Behbehanê li parêzgeha Xûzistanê de kesek hate kuştin, û du kesên din jî birîndar bûn.

Li gora zanyariyan Roja Sêşemiyê xelkê gundê “Şehrûyî” li şaristana Behbehanê di pêşberî deriyê parzîngeha “Bîd Bolend” sekinîn, û daxwaza wergirtinê di vê parzîngehê de kirin.

Hêzên ewlehiya rejîmê hewil dan ku xelkê ji hev belav bikin, û piştî vê ku digel berxwedana xelkê berbirû bûn, kesek kuştin û kesekî din jî birîndar kirin, ku çend kes jî ji hêla van hêzan ve hatin destbiser kirin.

Xelkê nerazî ew sê roj bûn ku li pêşberî deriyê parzîngeha dest bi civîna nerazîbûnê kiribûn. Di van zloziyan de heya niha endameke hêzên ewlehiya rejîmê jî birîndar bûye.