Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Kurd dê 14 kîlometran ji sînorê Tirkiyê dûrkevin

12:16 - 28 Tebax 2019

Kurdistamedia: HSDê ragihand ku Hêzên wan dê Heta 14 kîlometran Dûrî sînorê Tirkîyê paşte vedikişin.

Berdevikê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Musefa Balî Roja Sêşemiyê ragihand ku, hêzên wan û yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wê heta 14 kîlometran dûrî tixûbê Tirkîyê vekişin.

Herwisa navbirî gotiye ku: Firehîya herêmên ku ew dê jê derkevin piştî wan hêzên Amerîka û Tirkiyê, wan deveran û xalên leşkerî wê de cîh bigirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku HSDê, hêza wê ya serekî YPG ye, piranîya sînorê bakûr û rojhilata Sûrîyê kontrol dike.

Pêka lihevkirina Amerîka û Tirkiyê û bi agehdarî û tedexula Rusiyê, biryare ku devereke ewle di herêmên Kurdî de, li Rojavaya Kurdistanê bihatiba çêkirin, lê îsbat bû ku mebest ji wê herêma ewle ne parastina Kurdane, belkî vekişandina hêzên Kurde ji nêzîkî sînorê Tirkiyê, û çêkirina devera ewle ji bo parastina sînorê Tirkiyê ye.