Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Rejîmê kasibkarekî Kurd kuştin

11:47 - 21 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Kasibkarekî Kurd ê xelkê bajarê Selmasê bi sedema gulereşandina rasteras a hêzên Spaha Pasdaran a terorîst li ser sînorê Kêkeşînê canê xwe ji dest da.

Pêka nûçeya ku gihştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Roja Sêşemî 29`ê Gelawêjê, kasibkarekî Kurd ê bi navê “Mihemed Hemîzade” ê temen 30 salî û kurê Yunis û xelkê Gundê Matexirpe a ser bi Bajarê Selmasê, rastî gulereşandina rasteraste a hêzên Spaha Pasdaran a terorîst hate û canê xwe ji dest da.

Ew kasibkarê Kurd bi bê agehdar kirina berê li ser sînorê Kêleşîn a girêdayî bajarê Şinoyê, ji aliyê hizên Spaha pasdaran a terorîst ve rastî gulereşamdina rasterast hatiye û canê xwe ji dest da.

Mihemed Hemîzade ê temen 30 salî, bona peyda kirina pariyeke nan bo malbata xwe ji Selmasê ve, rêka herêma Şinoyê girtibû ber xwe.

Kêm roj heye ku kasibkarên belengaz ên Kurd bi hegera dujminkariya rejimê, nekevne ber gullan û neyêne kuştin.