Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê teqe li kolberan kirin

14:59 - 1 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Hêzên serkutkar ên rejîma Îranê di doma êrîşa li ser xelkê Kurdistanê, teqe li kolberan kirin, û hejmarek ji kolberan birîndar kirin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşmeiyê 10`ê Befranbara 1396`an, demjimêr 8`ê sibezû, li gundên Dizilî û Derekî ya ser bi Hewraman a Rojhilata Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê teqe li kolberan kirin, û kolber neçar bûn herin nav gund de, û hêzên rejîmê jî êrîşî ser xelkê gund kirin, û çend kes birîndar kirin.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia bas ji vê kiriye ku hêzeke zaf ya rejîmê rijiyane nava gund, û riya hatûçûna wî gundî daxistine.

Hevdem roja Yekşemiyê 10`ê Befranbarê, sê kolberên Kurd ên xelkê navçeya Soma û Biradost a ser bi Urmiyê, li ser sînorê di navbera Urmiye û Tirkiyê, bi teqeya hêzên leşkerî ên rejîmê hatin hingavtin.

Di heyama çend rojên borî de, hejmarek kolber bi destên hêzên rejîmê li kurdistanê hatin kuştin û birîndarkirin.