Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Spaha Pasdaran di derveyê welat de têne kuştin

12:28 - 13 Tebax 2019

Kurdistanemdia: Binkeya hevpar a Spaha Pasdaran a terorîst û Heşda Şe`ibî di Hume ya Bexdadê de rastî êrîşên esmanî hat.

Pêka nûçeyên belavbûyî, şeva Duşemî 21`ê Gelawêjê, binkeya Spaha Pasdaran a terorîs û Heşda Şei`bî li devera El-Dewre a girêdayî Humê ya ser bi Bexdadê, rastî êrîşên esmanî yên balafiraên şer hat.

Di vê êrîşê de hejmarek çekdarên Spaha Pasdarana terorîs a rejîma Îranê hatine kuştin û cebilxwaneyên wan jî teqiya ne.

Herwisa hin ji nûçegihaniya belavkiriye ku, balafirên F-35 ên Îsra`îlê ew binke kirine armancên xwe û hin jî dibêjin ji balafirên bê pîlot mifah vergirtiye.

Her di vê pêwendiyê de, roja Înê 19`ê Tîrmehê, balafirên ne naskirî binkeyên Spaha Pasdaran a terorîst di parêzgeha Selahedîn a Îraqê de, bombebaran kirin ku çend kes kuştî û birîndar li pey xwe hebû.

Berpirsên Îsra`îlê bi berdewamî didine zanîn ku, nikarin hebûna hêzên Îranê di nav axa Sûriyê de qebûl bikin û gefên jinav birina binkeyên wan di nav axa Sûriyê de dixwin.