Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hicrî: Mafê tu welatekê nine ku li hember îradeya gelên Îranê ji bo guherandina rejîma Îranê bisekine

14:07 - 17 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Mistefa Hicrî, Sekreterê giştî yê PDKÎ li doma dîdar û hevdîtinên xwe bi Kongresman û Senatorên Amerîkayê de, bi Kongresman Rendî Vêbêr re jî civiya.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja Duşemî 15ê Hezîrana 2015an, Mistefa Hicrî, Sekreterê giştî yê PDKÎ ji aliyê endamê Kongireya Amerîka “Randî Vêbêr”ve hat pêşwazîkirin.

Li destpêka vê rûniştinê de, Mistefa Hicrî basek kurt li dor dîroka xebata Hizba Demokrat û gelê Kurd li Kurdistana Îranê de pêşkeş kir.

Sekreterê Hizba Demokrat li vê hevdîtinê de da zanîn ku: “Gelê kurd û Hizba Demokrat li dîroka Xebta xwe de goriyên zaf di riya rizgariya Kurdistanê û gihîştina bi mafên xwe daye”.

Hicrî herweha da zanîn çiqas ku dengê kurdan di encama tepeserî û şidetê de hatiye fetisandin, lê nahê wateya wê ku kurd teslîm bûne, belkî her dema ku derfet jêre pêk were ku dengê nerazîbûna xwe bilind bike, mifahê destine.

Sekreterê Hizba Demokrat li doma axaftinên xwe bi Rendî Vêbêr re, mezintirîn pirsa îro ya Rojava jib o reftar û livîna bi Îranê re, ji nenasîn û tênegihîştina ji vê rejîmê ye. Hicrî li vê derheqê de da zanîn: “Ya ku sê dehsal in hûn li hêviya wê ne ku Îran reftarên xwe biguherîne û ew jî naguherîne, eyankerê wê ye ku têgihîştina dunyaya Rojava ji Îranê, têgihîştinek şaş e”.

Hicrî lid or guhertina reftarên rejîma Îranê, tekez li ser vê yekê kir ku guhertina reftarê, bi bingehên rejîma îslamî re li dijberiyê de ye û bi tu awayî nahê pêş.

Mistefa Hicrî li doma gotinên xwe de, da zanîn ku neteweyên Îranê daxwazkarê guhertina rejîma Îranê ne û ne Amerîka û ne jî tu welatek din mafê vê yekê ninin ku li hemberî vê îradeyê de bisekinin.

Sekreterê PDKÎ herweha da zanîn: ji ber wê ku pêkanîna Îrana Federal û demokratîk li vêc û berjewendiya tev aliyekê de ye, guhertina rejîma Îslamî û gihîştin bi demokrasiyê jî, hewcehî bi alîkarî û destekdayîna civaka cîhanî heye.

Li beşek din ji axaftinên xwe de Hicrî da zanîn ku Îran mijûlê xurtkirina destwerdanên xwe li deverê de ye û eva jî metirsiyek mezin e li ser Hizba Demokrat, welatên Rojavayî û hevalbendan li deverê de.

Hicrî zêde kir ku rejîma îslamî ya Îranê midehê 15 sal in ku jib o man û garantîkirina xwe û zalbûn li ser cîhana îslamê de, li hewla bidestxistina çeka navikî ye.

Hicrî tekez li ser vê yekê kir ku rojava li vê bawerê de ye ku dikare bi danîna hin asteng û sînoran li ser riya rejîma Îranê, dikare vê rejîmê ji çeka navikî dûr bike, lê rastî ew e ku rejîmê nîşan daye ku heya niha çend car ew rêketin pesend kirine, lê derhal pêpes kiriye û pêbendî rêketinan nemaye û tu yek ji soz û peymanên xwe li ber çav negirtine.

Li vê rûniştinê de, Rendî Vêbêr ê Kongiresman, tevî bixêrhatin kirina Hicrî, da zanîn ku bi beşekî berçav ji nerîn û axaftinên Hicrî re hevra ye.

Vêbêr herweha da zanîn ku çawanî û metoda reftar û livîna bi Îranê re, yek ji nîgeraniyên herî mezin û micid ên Amerîkayê ye.

Li dawiya vê rûniştinê de, Vêbêr tekez li ser vê yekê kir ku hewce ye gelên Îranê bihên destek dayîn da ku bikarin jib o pêşeroja xwe bixebitin.