Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hicrî: “Pêkhatina dewleta Kurdî li başûra Kurdistanê, wê di berjewendiya Îsraîlê de be”

14:27 - 8 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Kovara Livîn hejmara 276 gotûbêjek di gel Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ pêk aniye.

Deqa hevpeyvînê bi vî awayî ye:

Kovara Livîn: Pirsa serbixweyiya dewleta Kurdî li başûra Kurdistanê, û li Rojava bûye cihê gengeşeya hêzên siyasî, sedema vê yekê çiye? Gelo rewşe ji bo vê yekê di cihê xwe de ye?

Mistefa Hicrî: Rewşa siyasî li başûr û Rojavaya Kurdistanê du pirsên bi tewahî ji hev cuda ne, û hewce ye ku her yek ji wan pirsan bi berçavgirtina van cudahiyên jêrîn bêne şirovekirin:
-Başûra Kurdistanê bi sala ye ku li gorî yasaya Îraqê, hikûmeteke nîve serbixwe heye.

Ew hikûmet serbarê astengiyên li ser riya wê, di vê heyamê de, roj bi roj pêngav ber bi pêşve avêtine, herçend ew pêngav gellek hêdî bûne, û heya niha gellek kêşe û kêmasî têde xûya dikin. Di vê heyamê de deshilatên herêmî (Wilayet) ji aliyê nûnerên hilbijartî yên xelkê ve bi rêve çûne, heya gihîştiye niha ku hikûmeteke berfireh û çend alî pêk hatiye, û nûnerên piraniya xelkê, vê hikûmetê bi rêve dibin. Bi kurtî di vê heyamê de Kurdistan Başûr di piroseyeke taqîkirina demokrasiyê de bûye.

-Di vê heyamê de Kurd gellek hewl daye ku di çarçoveya Îraqê de bimîne, li jêr sîvana hikûmeteke demokratîk ku mafê wekheviyê yê pêkhateyên Îraqê bi kiryar biparêze, û girêdayî bi yasayê be.

Lê hikûmeta nawendî berevajî roj bi roj hewl daye ku wan mafên gelê Kurd binpê bike ku heya di yasaya bingehîn de jî hatine pesendkirin.

Heya di van dawiyane de kar gihîşte birîna budceya Kurdistanê û pêkanîna kêşeyên mezin ji bo hikûmeta Herêmê, û di ratsî de Bexda bi kiryar Kurdistan ji Îraqê cuda kiriye.

-Di heman demê de ku Kurdistan nefta xwe dişîne derve, heya bi nefta Kerkûkê ve jî, ew şandina neftê herçend ku niha kêşeyek zaf li ser heye, lê bi vî halî jî, dûredîmena serbixweyiyê vê beşê nîşan dide.

-Herêma Kurdistan niha bûye nawendeke siyasî, herêmî û cîhanî, û hejmareke zaf ji welatên Rojavayî û Rojhilata Navîn, konsolxaneyên xwe li wir danîne, û berpirsên siyasî yên payebilind ên wan welatan, berdewam serdana serok û hikûmet û berpirsyarên herêm dikin, evane û gellek xalên din li ser yek bi bandor bûne li ser vê ku pirsa serxwebûna vê beşê bibe cihê gengeşeya hemû aliyekî.

-Kurdistana Rojava jî dikarî rewşa erênî ya zaf têde pêk bê, lê mixabin li wir ew pêvajo neçû pêş.

Ew para xaka Kurdistanê heya niha jî li jêr deshilateke yekalî de ye, nûnerên aliyên siyasî ên din di birêveberiya vê beşê de beşdar nînin û heya tu birêvebiriyek bi navê birêvebiriya Kurd û Kurdistanî di hole de nine, û bi giştî tu rewşeke navxweyî û derekî bo serxwebûn, û heya bo otonomiyê jî pêk nehatiye.

Lewra hekî di vê beşê de pêvajoya bûyeran her wek derbazbûyî here pêş, çarenûsa xelkê vê beşê tarî diyar dibe.

Kovara Livîn: Lê DAÎŞ her çi be, bi awayekî micid şerê wê di gel hikûmeta Herêmê nine, rûyê wê li dewleta Şîe ye?

Mistefa Hicrî: Şerê DAÎŞ bi hemû aliyekê re heya bi Şîe û Suniyan re ye, lê di rastî de şerê Şîe û Sunî ye di Îraqê de, û heke bikare bi tewahî bi ser Şîeyan di Îraqê de zal be, şerê Kurdan jî wê bi awayekî micidtir dest pê bike.

Kovara Livîn: Hekî niha ku dewleta nawendî lawaz e, û bi şerê DAÎŞ ve mijûl e, gelo eva derfetek baş nine bo serxwebûnê, ew derfeta tu demekê wê pêk bê?

Mistefa Hicrî: Niha derfetek baş e ji bo ragehandina serxwebûnê, hekî :
-Aliyên siyasî yên Kurdistanî hemû bi bê dudilî yekdeng bin li ser ragehandina serxwebûnê û piştgiriya wê, ku ez bixwe mixabin vê yekdengiyê nabînim.
Xelkê Kurdistanê di warê siyasî û saykolojî de, amadeyî hebe ku tab û tehemula kêmasî û kêşeyên aborî û zextên dijminên serxwebûnê yên Kurdistanê bo kurtheyam bike, wek ya ku me di salên 90’î piştî paşekêşeya hêzên Sedam Husên û gemaroyên aborî ên Kurdistanê dît, ji ber ku xelk nikare serbixweyiyê rabigehîne, û bi kêmasiyan re jî berbirû nebe.
-Herwisa divêt ku riyeke vekirî ber bi cîhana derve hebe.

Kovara Livîn: Kes nine ku li dijî dewleta Kurdî be, lê kes jî nine ku bi awayekî fermî û bi micidî kar jêre bike û ragehîne?

Mistefa Hicrî: Bi boçûna min ranegehandina bi awayekî fermî û bi micidî ya dewleta Kurdî vedigere ser bersiva pirsa pêştir, û ew nîgeraniyên ku di vê derheqê de têne pêş, û rêgir in li ser ragehandina serbixweyiyê. Lewra gellek hewce ye ku hemû aliyek ( hem hikûmet û hem jî xelk) ji bo verevandina wan nîgeraniyan tekoşînê bikin.

Kovara Livîn: Pirseke sade eva ye ku gelo ragehandina dewleta Kurdî dikare bi kiryar cîbicî bibe, yan na, çima?

Mistefa Hicrî: Bê guman hekî kar bê kirin bo verevandina nîgeraniyan (ku astengî û nîgeraniyên wisa mezin jî nînin) bi yekrêziya xelk û hikûmet ew yek dikare bê ragehandin.

Kovara Livîn: Lênihêrîna welatên herêmî çawa ye, bi boçûna we, dibêjin Tirkiye di gel de ye, Îran dijayetiyê dike, Îraq nîgeran e, û Sûriye bi xwe jî tûşî kêşeyan bûye?

Mistefa Hicrî: Niha wisa lê hatiye ku her yek ji cîranên Hikûmeta Herêma Kurdistanê deshilatdarê beşek ji Kurdistanê ne, bona vê ku hukmê dîktatorane ya xwe bi ser Kurdistana parvekirî de ji dest nedin, û her wek bixwe dibêjin ew naxwazin welatên wan bêne dabeşkirin, lewra hemû li dijî serxwebûna başûra Kurdistanê ne.

Kovara Livîn: Di navbera YNK û PDK di Herêma Kurdistanê de dibêjin ku cudahiya boçûnan heye, û YNK dibêje ku kes ji me dilsoztir nine bo vê pirsê?
Mistefa Hicrî: Cudahiya boçûnan di navbera YNK û PDK derheq vê pirsê de gellek giring e, ez hêvîdar im ku ew li ser pirsên çarenûssaz hevdu bigrin.
Kovara Livîn: Helwesta we weke aliyê siyasî yê Rojhilat çiye li ser vê mijarê?

Mistefa Hicrî: PDKÎ diyarîkirina mafê çarenûsê ji bo Kurdan bi mafê bê gotin yê Kurdan dizane, û em 70 sal e ku ji bo bidestxistina vî mafî di Kurdistana Rojhilat de xebatê dikin, û qurbaniyan didin, hêviya me ew e ku rojekê dewleta Kurdî ava bibe.

Em ji bo îrade û vîna yekgirtî ya xûşk û birayên xwe di her yek ji parên Kurdistanê de derheq avakirina dewleta Kurdî hurmetê dadinên û piştevaniyê lê dikin.

Kovara Livîn: Di gel vê base, dewleta Îsraîlê bi awayekî fermî ragehand ku em piştevaniya dewleta Kurdî dikin, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Mistefa Hicrî: Bi boçûna min dewleta Îsraîlê di vê ragehandina xwe de rastbêj e, jiber ku pêkhatina dewleta Kurdî li başûra Kurdistanê dewleteke demokratîk dibe, û wê alîkar be ji bo ber bi pêşveçûna piroseya demokrasiyê di Rojhilata Navîn de, ku di berjewendiya Îsraîlê de ye.

Kovara Livîn: Derheq pirsa referandomê ku bi germî bas jê tê kirin çi?

Mistefa Hicrî: Hekî biryara dawiyê ji bo serxwebûna Kurdistanê bê dayîn, herwce ye ku berî her tiştî referandom bê kirin, û boçûnên xelkê di vê derheqê de bêne wergirtin, jiber ku ew mijara pêwendiya wê bi xwesteka hemû takên Kurdistanê ve heye. Lewra bi baweriya min referandom ji bo vê armancê karekî demokratîk û erka li sermilên hikûmetê ye.

Kovara Livîn: Xelk dibêjin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare ku av û elektirîk û benzînê dabîn bike, gelo çawa dikare ku serbixweyiyê ragehîne?

Mistefa Hicrî: Belê, eva yek ji nîgeraniyan e ku di pirsên pêşîn de min qala vê kir, ew xelkê ku daxwaza serxwebûnê dike, hewce ye ku amadeyî hebe ji bo nebûna benzîn û elektirîk û gellek tiştên din, jiber ku hem serxwebûn û hem jî hebûna hemû tiştî pêkve di niha de ser nagre.

Şehîd Dr. Qasimlo kerem kiriye: “Neteweyek ku azadiyê bixwaze, divêt amade be ku nirxa wê jî bide…”. Ez hêvîdar im ku akinciyên Başûra Kurdistanê bi vê amadeyiyê ve daxwaza serxwebûnê bikin.

Kovara Livîn: Gellek alî, Kongireya Neteweyî di rewşa niha de, pêwîst û giring dihesibînin, wate dikare roleke mezin hebe di warê piştevaniya ji dewleta Kurdî, hekî wisa ye çima sax vê Kongireya Neteweyî nakin?

Mistefa Hicrî: Heya dema ku riha xwemiznzanînê û hejmûnîxwazî di nav aliyên Kurdî de hebe, em nikarin çavnihêrê pêkhatina kongireyeke neteweyî bin ku di xizmeta doza Kurdan di hemû beşên Kurdistanê de be.

Kovara Livîn: Gelo şansê pêkve jiyana di gel Îraqê nemaye, lewra bas ji referandom û dewleta Kurdî tê kirin, yan jî DAÎŞ’ê ew basa aniye hole?

Mistefa Hicrî: Şansê pêkvejiyana bi Îraqê re eva heyamek e ku nemaye, hatina DAŞÎ bi vî awayî di qada siyasî ya Îraqê de alîkar bûye ji bo vê şansê.

Kovara Livîn: Ser ji nû Îraqê bûyerên ne çavnihêrkirî bi xwe ve dîtin, (êrîşên DAÎŞ) senaryoyên piştî wê çi ne? Armancên wê kîjan in? Kê wan lîstikên metirsîdar dilivlivîne?

Mistefa Hicrî: Êrîşên DAÎŞ tiştên nû nînin di Îarqê de, tenê eva nebe ku şaşiya di siyaseta hikûmeta Bexdayê de, bû sedema vê ku nerizayetiya xelkê Îraqê bi Kurd, Sunî, û heya Şîe ve rojbirojê zêde kir, û kar giha vê cihê ku DAÎŞ ji van nerizayetiyan mifayê bistîne, û karî piştevaniya hinek aliyên Sunî, bo aliyê xwe rakêşe, û êrîşên xwe berfirehtir bike, her wek çawa ku Komara Îslamiya Îranê ji van şaşiyan bi qazanca xwe mifah wergirtiye, û deshilata xwe bi ser hemû aliyên deshilata Bexdayê de sepandiye, lê bi awayekî din.

Kovara Livîn: Êrîşa li ser Mûsilê çend gef e bo ser Malikî û Hikûmeta Îraqê, ew qas jî metirsî ye bo ser Îran û bilûka pan Şîîzmê, ku wate Îran û Mlaikî li hember de çi dikin, yan dibe çi bikin?

Mistefa Hicrî: Êrîşên DAÎŞ û bihêzbûna wê di Îarqê de metirsî ye li ser hemû Îraqê, lê siyaseta Malikî ku doma siyasetên Komara Îslamiya Îranê ye, di herêm û li Îraqê de jî, ji mêj ve ye ku bi têkşikanê re berbirû bûye, jiber ku ew siyaseta (ku ya Komara Îslamiya Îranê ye jî) çareseriya hemû astengiyan heya yên navxwe ya Îranê jî, li serkut û pîlangêrî û nakokî û hejmûnîxwaziyê de dibîne, nek di dîtina rêçareyeke demokratîk û aştîxwazane de ku li ser bingeha dadperwerî û wekheviyê hatibe avakirin.

Kêşeyên Felestîn, Lubnan, Sûriye, Îraq û navxwe ya Îranê mînaka zindî ya wê rastiyê ne ku niha li ber çavên me û cîhanê ye jî.

Lewra ez li ser vê baweriyê me ku heya wê demê ku ew siyaset bê berçavgirtin, nabe em çavnihêrê aştî, aramî û tebahiyê di herêmê de bin.
Têbînî:

1-Ev gotûbêja di Kovara Livîn, hejmara 276’an de (10.08.2014’an, Herêma Kurdistanê), hatiye bilavkirin.
2- Ev gotûbêj berî êrîşa dewleta Îslamî ( DAÎŞ) bo ser Herêma Kurdistanê hatiye encamdan.