Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilbijartina li Amerîkayê, tu bandorek li ser dorpêçên li ser Îranê nabin

11:22 - 10 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Di rojên heftiya derbasbûyi de gera navîn a hilbijartina Amerîka bi rê ve çû, berpirsên Amerîkayê dane eşkerekirin ku hilbijartina han tu bandorekê li ser rûbirûbûn û givaşên bo ser Îranê çinabe. 

Di hilbijartina ji bona Meclisa Nûneran û Meclisa Sinayê li Amerîka de, ku di vê hilbijartinê de Partiya Demokrat karî piraniya kursiyên Meclisa Nûneran bi dest bîne, li hember de jî Partiya Komarîxwaz karî piranîbûna xwe li Meclisa Sinayê de biparêze.

Piştî ragehandina encama hilbijartina Amerîka, berpirsên rêjîma Îranê, virade û vêde dilxweşiya xwe dane kivşê, û jêvebûn ku serkevtina Demokratan li Meclisa Nûneran de, wê bibe sebebê guhartina helwêsta Amerîkayê, û wê berahîka tundreviya Tiramp li dijî Îranê bigre.

Li dû dilxweşiya berpirsên Îranî li derheq serkevtina Demokratan li Meclisa Nûneran de, hate ragehandin li warê siyaseta Amerîka li hember Îranê û van givaşên nû bo ser Abûriya Îranê, Demokratan tu dijberiyek tunînin, û ev jî heman helwêst û siyaseta komarîxwazan û Tiramp peyrevî dikin.