Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hinarde kirina nefta Îranê nêzîkî sifrê dibe

12:09 - 11 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Ajansa navneteweyî ya wizeyê ragihand ku hinarde kirin û firotina nefta Îranê gihaye astekî herî kêm.

Roja Înê 18`ê Gelavêjê, Ajansa navneteweyî ya wizeyê bi data belav kir ku ji dehika 80 heya niha hinarde kirina neftê ji aliyê Îranê ve ti caran negihîştibû wê asta kême ya niha.

Bi hegera dorpêçên aborî ên Amrîkayê li dijî rejîma Îranê, roj bi roj asta hinarde kirina nefta Îranê kêmtir dibe.

Pêka wê rapora Ajansa navneteweyî ya wizeyê, henarde kirina Nefta Îranê ji 2 salên derbas bûyî heya niha, pitir ji 2 milyon bermîlî, niha gihîştiye kêmtir ji 100 hezarî.

Di wê raporê de hatiye ku, ne tenê hinarde kirin, belkî berhem anîna nefta Îranê li destpêka meha tebaxê ve, bo 50 hezar bermîlî kêm kiriye.

Li destpêka sepandina dorpêçan, Amerîka ragehandibû ku, dê asta henarde kirina nefta Îranê bigihîne ser sifrê.