Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hukmê zêndanê bi ser çalakekî siyasî ê kurd li Bokanê de hate sepandin

13:48 - 27 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Çalakekî siyasî ê kurd ji aliyê dadgeha Înqilab a bajarê Mehabadê ve hukmê salek girtina Teizîrî û 4 sal girtina hilawîstî bi ser de hate sepandin.
Li gor malpera Kurdistanmedia, Zahid Rostempûr, 28 salî, kurê Husên û xelkê devera ‘’Qeremûsalî’’ji aliyê dadgeha Înqilab a rejîma Îranê ve bi salek zîndana Teizîrî û 4 sal girtina hilawîstî hat hukim dayîn.
Hukmê han bi tometa hevkarî krin bi yek ji partiyên siyasî ên dijberî Komara Îslamî a Îranê bi ser Zahid de hatiye sepandin.
Ew çalakê siyasî berê jî ji aliyê nawendên ewlehî ên bajarê Bokanê ve destbiser û bo midehê 25 rojan li girtîgeha îdareya Îtilaat a wî bajarî de hatibû ragirtin.
Zahid Rostempûr niha bi armanca borandina hukmê xwe li girtîgehê de ye.

Navê din ê ‘’Qeremûsalî’’ê ‘’Sîmîne’’ ye û li 25 kîlometriya bajarê Bokanê de hilketiye.