Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Husên Selamî: Piştî êrîşa li ser hêzên me, me bi mûşekan bersiva Îsraîlê da

12:54 - 9 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Husên Selamî cihgirê fermandê giştî yê Spaha Pasdaran got: “Dema ku sehyonîstan binkeyeke me bombebaran kirin, bawer nedikirin ku bersivekê ji me wergirin, lê me di bilindahiyên Gulanê (Colanê) de bersiv da wan, û me bi dehan mûşekan avêtin wan”.

Husên Selamî roja borî di roja ku wekî roja “Quds”ê hatiye naskirin de, êrîşî ser Îsraîlê kir, û got ku me piştî êrîşa Îsraîlê li ser binkeyên hêzên Îranê, bi mûşekan bersiveke tund da Îsraîlê. Navbirî di demekê de bas ji vê bersivdanê kir, ku ji aliyekî ve Beşar Esed çend rojan berî niha ragehand ku tu hêzên Îranî ji bilî şêvirmendan di Sûriyê de nînin, û ji aliyekî din ve wan nekarî bi van mûşekan tu derbeyeke wisa li Îsraîlê bidin, lê Îsraîlê bi van êrîşên xwe bi sedan kesî ji serbaz û fermandeyên Îranî kuştin û birîndar kirin. Ew gotinên Selamî wisa dixuye ku tenê bo veşartina vê derba giran bûye, ku ji destê Îsraîlê xwarin.

 Wî pasdarî herwisa Îsraîl wekî şûreke (xencereke) bijehr bi nav kir ku di kêleka umeta Îslamê de çeqiyaye, û rojane xelkê bêtawan dide ber gulleyan û cinayetan dike.

Wî herwisa êrîş ser wan meşvanan kir ku di meşên nerazîbûnê ên zivistana borî de diruşma “Ne Xeze, Ne Lubnan” bilind kiribûn, û daxwaz ji rejîmê kiribûn ku dest ji Xeze û Lubnanê hilgire û guh bide xelkê Îranê, ku di destê bêkarî û giraniyê de dinalîlin. Wî di vê derheqê de got: “Ew diruşm, dengvedana dengê Amerîka û Îsraîlê bû, û kesên ew diruşm bilind kirin, ser bi xelkê Îranê nînin”. 

Herçend alîkariya xelkê hejar û zulmlêkirî erk û wezîfeya li ser milên hemû mirovekî xwedanvijdan û deshilateke gelî ye, lê Husên Selamiyê Pasdra îşare bi vê nekir, ku çiqas zarok di Îranê de şevê bi zikê birçî dirazên û ji xelkê Xeze û Lubnanê zêdetir hewcehiya wan bi alîkariyê heye, û çiqas zarok li benda hatina bavê xwe yê kolber in, da ku bi dehan km bibire da û nanê şevê bîne mal, lê li ser sînor bi gulleyên pasdar û kirêgirtiyên wan bi ew qasê bêrehmî ve dibin armanca gulleyên rasterast, û tu kes jî ser vê kiryara hovane heta lêpirsîn jî lê nahê kirin.

Rejîma Îranê her sal di roja nasirî bi Quds de bo piştevaniya ji Felestîniyan xelkê bi şêweyên curbicur û bi xapandin yan gefxwarinan tîne ser kolanan, û qewl didin xelkê ku pişta Felestîniyan bernedin û Îsraîlê jî li ser xerîteya cîhanê mih bikin. Lê her sal ku derbaz dibe, xelkê Îranê zêdetir ji vê siyaseta rejîmê bêzar dibin û dizanin ku ew siyaseta wan, ne kêşeya Felestîniyan çareser dike, ne jî Îsraîlê ji nav dibe, û ne jî çi xêrek bo wan heye, ji bilî hejarî û destengî û zehmetbûna jiyanê.