Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Îrşada bajarê Îslamabadê pêş ji birêveçûna rêûresma bîranina Mamosta Hêmin girtin

16:47 - 17 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Karbidestên Îdareya Ferheng û Îrşada Komara Îslamiya Îranê li bajarê Îslamabada Kirmaşanê pêş bi birêveçûna rêûresma bîranîna mamosta Hêmin Mihabadî helbestvanê netewî yê gelê Kurd girtin.

biryar bû roja Çarşemiyê berwar 17’ê Nîsana 2013’an bi alikariya hejimarek ji çalakên çandî û wêjeyî yên bajarê Îslamabadê rêûresmek jibo bîranina mamosta Hêmin birêve biçe.
Her di vê Pêywendiyê de Ajansa Kurdpa bilav kir: çendîn kesayetiyên wêjeyî û çandî yên parêzgeha Kirmaşanê jibo vê rêûresmê amadeyî ya xwe bo xwendina helbest û babetan li ser kesayetiya Hêmin dabûn kifşê.

biryar bû ku rêûresma han seva 27mîn salvegera wefata mamosta hêmin li bajarê Îslamabadê û li talara Şarevaniyê birêve biçe û bo heyamê du demjimêran bidome.

Seyd Mihemed Emîn Şêxulîslamî naskirî bi Hêmin kurê Hesenê Mukirî di Bihara Sala 1300a Rojî li gundê Laçîna ser bi bajarê Mihabadê ji dayik bûye û di 18’ê Nîsana sala 1968’ê wefat kir û di goristana Budax Sultan a bajarê Mihabadê bi axê hat teslîm kirin.
Tarîk û Rûn, Tuhfeyî Mizeferiye, Şahzade û gêda,Qelay Dimdim,Hewarî Xalî, Çepikek Gola û çepikek Nêrgiza,Efsaneyên Kurdî, Naleya Cudayî ji berhemên Mamosta Hêmin in.