Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Perwerde û Hînkirinê daxwaza pere ji dersxwenan dike

10:48 - 7 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Îdareya Perwerde û Hînkirinê ya rejîmê, di hin gundên girêdayî bajarê Urmiyê, bo dabînkirina hewcehiyên xwendingehan ji dersxwenan daxwaza  pere kiriye.

Li gorî raportên ku hatine belavkirin, îdareya Perwerde û Hînkirinê ya Îranê, di hin gundên bajarê Urmiyê yên wekî, Lorzînî a ser bi devera Migewer, û hin gundên ser sînor yên girêdayî bajarê Sêro a ser bi parêzgeha Umriyê,  daxwaza perê  bi zorê bo beşa germkirina xwendingehan ji dersxwenan kirine.

Eva di demekî de ye ku heyamek berî niha, Elî Elhiyar Turkemen cihgêrê birêvebirî û piştevanîkirinê yê wezareta Perwerde û Hînkirinê ya dewletê ragehandibû ku,  pêka bernameyên nû yên wê îdareyê, bi hemû awayî wergirtina  pere ji dersxwenan bo dabînkirina hewcehiyên xwendingehan,  qedexe ye.

Pêka axavtina wî berpirsî, beşeke nû bo dabînkirina hewcehiyên xwedingehan di Îranê de hatiye avakirin, û ev beşa erkdare da ku hemû hewcehiyên xwendingehan bo dersxwenan dabîn bike lê, niha berewajiyê vê yekê ye.

 Her di vê pêwendiyê de jî, Parêzgarê Azerbaycana Rojava ,  derheq piştevanîkirina  ji dersxwenên  ku li ser sînorên welat de dersê dixwînin dabû xuyakirin ku, berpirsên xwendingehan bi tu awayî nabe ji dersxwenên li ser sînor bo dabînkirina nefta xwendingehan pere weribigirin lê, niha berpirsên xwendingehan, nameyan bo malbatên dersxwenan dişîn û ji wan daxwaza perê zorê bo dabîn kirina hewcehiyên  xwendingehan dikin.