Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Post a rejîmê hate dorpêç kirin

17:00 - 13 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Dewleta Birîtaniyayê, veguhastina besteyên postî bo Îranê da sekinandin, û ev biryara jî di berdewamiya dorpêçên aborî yên li dijî rejîma Îranê hatiye dan.

Kompaniya Post a Birîtaniyayê, ya bi navê “Royal Mail” li roja 23`ê Xakelêweyê şûnda tu beseteyeke postî bo Îranê venaguheze û hemû karûbarên postî yên derheq veguhastinan bo Îranê sekinandiye.

Di biryarekê de, ku bo hemû îdareyên postî yên Birîtaniyayê hatiye dan, hemû îdare û tayên Posta wî welatî agehdar kirine ku, nabe tu besteyek bo Îranê vebiguhezin.

Piştî dewra duyem a dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, “D,H,L” ragehand ku, tu beseteyeke postî bo veguhastin bo Îranê nayê pesend kirin.