Kurdistanmedia: Piştî belavkirirna stran û surûdên şoreşvanî li gundê “Nê”, Spaha Pasdaran a terorîst bi qutkirina elekterîka gund, şikestxwarina xwe qebul kiriye.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, tekoşerên Demokrat li gundê “Nê” a girêdayî bajarê Merîwanê, Şeva 24`ê Gelawêjê, li mizgeta wî gundî û bi merema bilind nirxandina yada 74`emîn salvegera avabûna PDKÎ, stran û sirûdên şoreşgerî belavkirin.
Di wê çalakiyê de ku heyama du demjimêran pê çû, hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, li sêrêya gundê “Nê” sekînandin û newêran biçine nav gun.
Peyamnêrê “Kurdistanmedia”yê di vê derheqê de ragihand: “Tevî vê ku binkeyên Spaha Pasdaran di wê gundê de hene, hêzên Spaha Pasdaran a terorîst nekarîn pêşî bi çalakiyên xebatkarên Demokrat bigrin, her bi vê sedemê jî, bi qutkirina elekterîka gund, hewl dabûn dengweşa mizgetê bêdeng bikin, û şikestaxwarina xwe qebul kir.