Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran 7’emîn welatê nexweş bo xiristiyan re ye

12:50 - 8 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Mesîhî weke hemû kemîneyên olî û mezhebiyan di Îranê de ketin ber tepeserkirin û binpêkirina sîstematî a rejîma Îslamî ya Welayeta Feqîh.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, Saziya Deriyên Vekirî hemû salan di welatên cuda cuda ên cîhanê de raportek li ser rewşa Xiristiyanan bilav dike.

Raporta salane ya 2014’an ya Saziya Deriyên Vekirî vê yekê eşkere dike ku 100 milyon ji peyrewên ola Xiristiyan di 50 welatên cuda ên cîhanê de û herwuha Îranê li jêr zext û givaşan de ne.

Li gor raporta sala borî a Zayînî ya wê saziyê, Îrana jêr destilatdariya rejîma Îslamî, 7’emîn welatê nexweş bo jiyana Mesîhiyan hatiye naskirin.

Gorî nûtirîn raporta Rêxistina Deriyên vekirî ku kobenda raport û belgeyên ku ji destpêka meha Çiriya Paşîn a 2013’an heta 3’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an bilav kiriye, vê yekê eşkere dike ku rejîma Îranê piştî welatê Koryaya Bakûrê Sûmalî, Îraq, Sûriye, Efxanistan û Sûdanê 7’emîn welatê xirab yê cîhanê ye bo Xiristiyanan û di vê raportê de hatiye tekezkirin ku mafên Mesîhiyan weke Peyrewên ola Xiristiyan bi sedema ola teybet bi xwe di vî welatî de bi awayeke sîstematîk tê binpêkirin.

Piştî Îranê welatên Pakistan, Îrîtire û Nîciriye di pileya heştem heta dehimê de ne.

Di vê raportê de hatiye ku rewşa Mesîhiyan li gor salên borî di Îranê de xirabtir bûye û sala 2014’an di pileya 9’emînê de bû ku evsal du peleyan hatiye xwarê û di pileya 7’emîn de ye di cîhanê de.

Olên jibilî Şîe di Îranê de hertim ji aliyê destilatdarên rejîma Îslamî ya Wîlayeta Feqîh ve tên tepeserkirin û hemû salan hejmareke zaf ji peyrewên ola Sunî mezheb û ola Behayî û Xiristiyan û ...hwd ji aliyê rejîma Îranê ve tên cezakirin û binçavkirin.

Tepeseriyê sîstematîk ya hemû aliyan û berfireh a mafên kêmaniyên mezhebî û olî di Îranê de hertim ew welate di rêza yekem a welatên cîhanê de bûye.