Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran bi Telegramên sexte ajaniyê dike

13:34 - 25 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Navendên ewlehiyê yên Îranê ji riya torên civakî yên sexte ajaniyê dikin.

Li gorî nûçeyên medyayên navxweyî ku belavkirine, berpirsê berhemanîn û guhertina zanyaryan (Feta) hişdarî daye ku, bernameyên (Application) wekî, Telegrama zêr(Telayî) û Telegarama X ku li fîltirîngê derbas dibin bernameyên ajanî ne, û ew dikarin dest di ser herêmên şexsî yên takan de bigrin û agehdarê zanyaryên birêveberan bibin.

Di Îranê de nêzîkî 50 milyon kes “Application” Telegramê bikar tînên, li sala 2018`an şûnda Telegram di Îranê de rastî fîltirkirinê hatiye, lê Spaha Pasdaran bo bidestveanîn û ajanîkirin û agehdarbûn li zanyaryan derheq birêveberên wan Application , çend Telegramên sexte yên wekî Telegarama “Zêr (Telayî), Hatgram, Mobogram û Telegrama X” û hwd ... çê kirine.

Eva di demekê deye ku, berpirsên rejîmê jî eşkerekirine ku ew Applicationa bo ajanîkirinê hatine çê kirin.

Her di vê derheqê de jî, kompaniya “Google” ragihandibû, ku avakirina van du torên civakî yên bi navên “Hatgiram û Telegrama zêr (Telayî)” ku Wezareta Ewlehiy ya rejîma Îranê çê kirine bo karê ajanîkirinê, daxwaz ji xelkê Îranê kirine ku li şona Telegramê vê bi kar bînin, çimkê di rojên bê de, kompaniya Googlê pêşî jê girtiye,û di rojên bê de jî wan du torên civakî wê qutkirin.