Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran di hemberî gaz û elekterîkê de nikare ku pere ji Îraqê wergire

12:22 - 15 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia:  Îran û Îraqê li ser guherîna gaz û elekterîkê di hemberî mewadên xwarinê de li hev kirin.

“Routers”ê ji zimanê çavakniyên Îraqî ve îdia kir, ku Îran li pey zêdekirina mohleta 45 rojî ya bexşîna ji dorpêçên Îranê ye, û digel Tehranê li hev kirine ku vê gaza ku ji Îranê tînin, digel mewadên xwarinê biguherin. 

Li gora vê çavkaniyê Bexda niha di hewlê de ye, Amerîkayê razî bike da ku îznê bide ku gaza Îranê bo navendên berhemanîna elekterîkê bi kar bîne, û herweha demeke zêde hebe bo dîtina çavkaniyeke din, bedela vê gazê.

Vê çavkaniya Îraqî ragehandiye ku: “Danîna mohleteke 45 rojî ji aliyê Amerîkayê ve, bo ragirtina kirîna gazê ji Îranê, gellek kêm e”.

Îraqê gellek hewcehî heye bi kirîna gazê ji Îranê, bona dabînkirina şevata navendên berhemanîna elekterîkê.

Li gora çavkaniyeke din, Îraq wê daxwazekê li Amerîkayê bike da ku bona kirîna gaza Îranê zêdetir ji 45 rojan îzin hebin. wisa diyar e ku rejîma Îranê jî, naçar bûye, ku vê yekê qebûl bike.