Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran sêyemîn girtîgeha rojnamevanan di cîhanê de ye

20:44 - 15 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Rêkxirawa Nûçegihanên Bêsînor bi belavkirina rapora salane ya tundûtîjiya li dijî rojnamevanan di cîhanê de nivîsand: “Di cîhanê de 153 rojnamvena hatine girtin. Çîn girtîgeha herî mezin ya rojnamevanan heye, û piştî Çînê, Mîsr û Îran û Tirkiye û Êrîtire, pileya duyem heya pêncê hene”.

Komara Îslamiya Îranê jî ji wan welatan e ku tê de bas jê hatiye kirin, û li gora vê raporê, di Îranê de li destpêka meha Çileya Paşîn ve bo cara çendê pêleke berfireh ya girtina rojnamevanan bi tometa ajantiyê dest pê kiriye. Mînaka herî berçav jî girtina Ceyson Rezayiyan rojnamevanê Waşington Postê, di yek sal û nîvê berî niha de ye.

Niha 45 rojnamevan li raserî cîhanê de bi rehîn hatine girtin, ku hejmara herî zêde di welatê Sûriyê de ye.

Hêjayî basê ye ku rejîma Îranê çendîn sal e ku li pileya du û sê ya vê rîzbendê de di hatûçûnê de ye, û berevajî sozên Rûhanî heya niha jî rewşa mafên mirovan baştir nebûye, û vegeriyaye bo serdema reş ya rewşa rojnamevanan.

Di vê raporê de qala rojnamevan Ednan Hesenpûr nehatiye kirin ku heyama heşt salan e di girtîgehên cuda cuda ên Îranê de hatiye ragirtin.