Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê Elqaîde bo şer li dijî Amerîkayê tûj kiriye

19:32 - 8 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: 19 rûpel ji belgeyên ku dest CIA ketine, li ser piştgiriya Îranê ji Elqaîdeyê ne, lê rayedarên Îranê vê yekê ret dikin.

CIA hinek belgeyên nû yên dema êrîşa bo ser stargeha Usame Bin Laden belav kirine, ku 19 rûpelên wê taybet in bi pêwendiya di navbera rejîma Îranê û Elqaîdeyê de.

Di vê derheqê de Radyo Ferda hevpeyvînek digel yek ji lêkolerên “Navenda Bervanî ji Demokrasiyê” bi navê “Bîl Raciyo” kiriye. “Bîl Raciyo” kar li ser van belgeyên CIA kiriye, di vê derheqê de dibêje: Wezareta Xizînedariya Amerîkayê û Wezareta Karê Derve ya deshilata Obama çendîn carî ragehandibûn ku hinek ji rêberên Elqaîdeyê di Îranê de bûn. Lewra tu gumanek li ser hebûna pêwendiyê di navbera her du aliyan de tuneye.

Li gora gotina navbirî piştî 11`ê Îlona 2001`an çendîn kes ji rêberên Elqaîdeyê di Îranê de xwe veşartin. Herçend ku ew li jêr çavdêriyê de bûn, lê qet nehatin dadgehîkirin, û hinek ji wan heta nehatin dadgehîkirin jî, serbarê vê ku destên wan di darêtina pilanan de jî hebû.

Di nava van belgeyan de ku dest CIA ketine, hatiye ku “Hemze Bin Ladin” kurê “Usame” di Îranê de merasima zewaca xwe bi rê ve biriye, di demekê de ku navbirî dikarî vê merasimê li Pakistanê de jî bi rê ve bibe, û “Mihemed Îslambolî” birayê “Xalid Islambolî” bikujê “Enwer Sadat” serkomarê wê demê yê Mîsrê jî piştî 11`ê Septamberê, heyameke zaf di Îranê de jiyaye.

“Bîl Raciyo” lêkolerê “Navenda Bervanî ji Demokrasiyê” di vê gotûbê jê de vê yekê jî eşkere dike, ku wan hinek zanyarî li ser Zerqawî hene, ku di van belgeyan de nahtine. Li gora van zanyariyên navbirî “Ebû Mes`eb Zerqawî” ku di sala 20016`an de li Îraqê de ji aliyê hêzên Amerîkayî ve hate kuştin, carekê di Îranê de hatibû destbiserkirin, lê rayedarên Îranî guh dabûn daxwazên wî, û piştre amade bûn ku wî berdin, û ew jî rast çû Îraqê.

Derheq êrîşên 11`ê Septamberê de, navbirî dibêje ku, Komîsyona çavdêriya bi ser belgeyên pêwendîdar bi 11`ê Septamberê ragehandiye ku 7 kes ji terorîstên ku balafir revandin, ji Îranê re derbaz bibûn.

Bêguman ew belge êdî tu şik û gumanekê di vê de nahêlin ku pêwendiyeke siyasî ya armancdar di navbera Îranê û Elqaîdeyê de hebûye, û rejîma Îranê aliyê kêm bona derbelêdana li hêzên Amerîkayî û siyasetên Amerîkayê piştgiriya Elqaîdeyê kiriye, ku bi hêsanî bikarin hatûçûna Îranê bikin, ji xwe re pere kom bikin, û pilanan bona êrîşan di Îraqê de darêjin, û heya perwerdeya leşkerî jî bibînin.