Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê nekarî mahwareyê bişîne fezayê

11:27 - 15 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê ku berdewam bas ji serkevtinên xwe di warê zanistî de dike, nekarî mahwareyê bişîne fezayê.

Mihemed Cewad Azerî Wezîrê Teknnîka Zanyariyan a Îranê ragehand ku wan di şandina mahwareyê de şikest xwar.

 Navbirî di “twitt”ekê de nivîsand: Mahware li du qonaxan de serkevtî bû, lê di qonaxa sêyem de nekarî bigihîje fezayê.      

Ruhanî berî vê gotibû: “Emê mahwarê bişînin fezayê, û ew mahware wê di 600 km erdê de wê cih bigre. Wî got hem mahware û hem jî mahwarehilgir ji aliyê ciwanan û xwendekarên me bi taybetî zanîngeha Emîrkebîr hatiye çêkirin”.

Li gor gotina Rûhanî, ew mahware wê rojê şeş caran geriyaba, û zaniyariyên xwe li derheq av, hewa, û daristana wê ji wan re bişandiba.

Lê ew hewla rejîmê sernegirt û rastî şikestê hat.