Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro di Tirkiye û Bakura Kurdistanê hilbijartinên serkomarî û parlemanî bi rê ve diçin

12:46 - 24 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Roja borî 23`ê Hezîranê demîrtaş di gotara xwe de, derheqê hilbijartinê rû li alîgirên xwe ragehand ku em dibe benda %10 derbaz bikin.

Roja derbazbûyî jî Demîrtaş di televîzyona TRT Habar de, ji girtîgeha Edirneyê bo cara duyemîn axivtinek kir. Navbirî ragehand Qeyrana aborî, xizanî, bêkarî, pirsgirêka demokrasî û pirsgirêka Kurd weke pirsgirêkên herî cidî li pêşiya Tirkiyê ne”.

Wî di aoma gotara xwe de ragehand:  “Ewê digel zimanê fermî yê Tirkî, cîh bidin perwerdeya zimanê dayîkê. Ewê dadweriyeke serbixwe ava bikin. Ewê rewşa awarte ji holê rakin, û kesên neheq hatine girtin jî, ji girtîgehan derbixin, û piraniya girtîgehan vala bikin”.

Wî pêdagirî kir ku hekî HDP bendê derbas neke, wê dermokrasiya Tirkiyê derbeyeke giran bixwe, û nêzîkî 80 parlamenterên HDP`ê wê bêne desteserkirin”.

Îro hevserokê din ê HDP`ê Sizayî temellî piştî vê ku di yek ji binkeyên dengdana wanê de dengê xwe da, ragehand ku li Wanê emê 8 kursiyan bi dest bixin, û aliyên din çi kursiyekê bi dest nahînin.

Başak Demirtaş hevjîna Demîrtaş jî îro li bajarê Amedê dengê xwe da, û piştî dengdanê diyar kir ku ew ji gel daxwaz dike ku bila di demeke herî zû de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Nabe em ji bîr bikin, ku rojên xweş gellekî nêzîk in.

 Di hilbijartinên îro ên Tirkiyê de 56 milyon û 322 hezra û 632 kesî mafê dengdanê hene, û bo yekem car e ku di dîroka Tirkiyê de hevpeymanî têne çêkirin. Di vê hilbijartinê de 2 hevpeymanî, sê hizb, û 68 berbijêrê serbixwe rikeberiyê dikin, bona bidestxistina kursiyên parlemanî. Herwisa şeş berbijêrên posta serkomariyê jî hene.

Hejmara xelkê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê : 80 milyon 810 hezar û 525

Hejmara parêzgehan : 81

Hejmara dengderan : 59 milyon 391 hezar û 328  ( 3 Milyon û 49 hezar û 65 kes ji dervey Tirkiyê , 56 Milyon û 342 hezar û 263 li tevahiya Tirkiyê)

Hejmara kesên ku  dê cara yekem deng bidin : Milyonek û 650 hezar 171

Hejmara sindoqan : 180 hezar û 896

 Li Tirkiyê bajarên xwedî dengderên herî zêde:
1- Stenbol :  10 milyonn û 559 hezar û 686 kes
2- Enqere : 3 milyon û  904 hezar û  585  kes
3- İzmîr : 3 milyon û  227 hezar û 32 kes
4 - Bursa : 2 milyon û 147 hezar û  723 kes

Hêjayî basê ye ku roja 17`ê Hezîranê jî Demîrtaş yekem gotara xwe ji girtîgehê ve rû li xelkê Kurdistana Bakur û Tirkiyê belav kir û got:

“Ez 20 salên din jî di girtîgehê de bim, ez serî natewînim. Xelkê Tirkiyê jî nabe deng bidin Erdoxan û AKP`ê. Jiber ku hekî Erdoxan deng bîne, qedera 81 milyon kesî wê bikeve destê yek kesî de, û welatekî stemkar me wê hebe. Yanî eva hêşta destpêka zulmê ye, lê bi carek din denganîna Erdoxan, zulma herî zêde wê dest pê bike”.

Herwisa wî gotibû: “Wî got ku ewên jêve ne ku em bi girtin, û gef û kuştinê ditirsin, gellek şaş in, jiber ku bixwe ketine nava rewşekê de ku ji sîbera xwe jî disilikin. Lewra emê wan di nav vê tirs û stresê de cih bihêlin, û dest di nav destên hev ber bi ronahiyê ve, emê bimeşin”.