Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsra`îl êrîşa ser binkeya leşkerî a Îran di Îraqê de kişande stuyê xwe

12:08 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Îsra`îlê daye zanîn ku êrîşa hefteya derbasbûyî ya ser bi binkeya leşkerî a Îran di Îraqê de eşkere dike.

Li gorî zaniyariyên ku rojnameyên girêdayê Îsra`îlê belavkirine, Binyamîn Netenyahu, Serokwezîrê Îsra`îlê gotiye ku di wê hefteya bê de, hemû hûrdekariyên derheq bombebarana kirina ser bi binkeya leşkerî a rejîma Îranê di Îraqê de eşkire bike.

Her li gorî rojnameyên Îsra`îlê ku dane zanîn, balafirên Îsra`îlê di demekê de binkeya leşkerî a ser bi Îranê di parêzgeha Selahedîn a Îraqê de, bombebaran kiriye ku, berpirsên paye bilind ê Spaha Pasdaran a terorîst û Hizbûlaha Lubnanê têde bûne.

Ew binkeya leşkerî a rejîma Îranê, roja Înê 19`ê Tîrmehê, li parêzgeha Selahedîn a Îraqê, ji aliyê balafirên ne naskirî ve hatine bombebaran kirin ku çend kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Îsra`îl vê yekê qebul nake ku hêzên Îranê li derdora wî gefek be li ser ewlehiya wî welatî û bi berdewamî di Sûriye û Îraqê de, hêzên leşkerî ên girêdayê rejîma Îranê dike armancên xwe.