Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl hebûna hêzên Îranê di Sûriyê de qebûl nake

14:39 - 16 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Îsraîlê li dijkiryara li hemberî berdewamiya hebûna hêzên rejîma Îranê di nava xaka Sûriyê de, ragehand ku dibe hêzên rejîma Îranê Sûriyê bi cih bihêlin.

Wezrê Karê Derve ê Rûsiyê Lavrof ragehandibû ku hebûna hêzên Îranî di nava Sûriyê de rewa ye, jiber ku ew li ser îzna Beşar Esed hatine wir.

Di heman demê de Lavrof ragehandibû ku rola hevalbendiya navneteweyî bi rêberatiya Amerîkayê di Sûriyê de ne baş, û ne yasayî ye, jiber ku armanca Amerîkayê piştgiriya ji girûpên dijberî dewleta yasyaî ye.

Nûçegihaniya Îsraîlê “Way Net” axavtinên Lavrof wekî lêdana sîleyekê li ser guhê dewleta Îsraîlê bi nav kir. Hinek ragehandinên din ên Îsraîlê jî ji zimanê kesekî ve ku berpirsekî payebilind ê Îsraîlê bûye, nivîsandine ku Îsraîl nahêle ku xetên sor bêne bezanidn, û hebûna hêzên Îranî di Sûriyê de tab nake.

Li gora nivîsa rojnameya “Yîsrail Hiyom” çapa Tilavîwê, serbarê raporên derheq lihevkirina Amerîka û Rûsiyê, ku piştî şerê di Sûriyê de, hêzên derekî di Sûriyê de namînin, Lavrof ragehand ku hewcehiya derketina hêzên Spaha Pasdaran, û hêzên din ên ser bi Îranê di Sûriyê de di gotûbêja bi Amerîkayê re bas lê nehate kirin.

Berpirsekî Îsraîlî jî ku nexwast navê wî bî eşkerekirin ragehandiye ku: Me bi Potîn ragehandiye ku hekî bezanidna xetên sor ên Îsraîlê bibin sedema berbirûbûna leşkerî bi Hizbullahê re jî, û aloziyan di Sûriyê de çêke jî, ewê vê yekê bikin.