Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê êrîşî ser armancekê di nava xaka Sûriyê de kir

14:42 - 2 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Balafirên arteşa Îsraîlê li nêzî Humsê êrîşî ser kargehek mîs (sifir) kirin, lê hinek çavkanî dibêjin ku ew armanc, komgeheke (enbareke) çek û teqemeniyan bû.

Ragehandinên Hizbullaha Lubnanê û yên rejîma Sûriyê ragehandin ku kargehek li ser sînorê Lubnan û Sûriyê bû armanca balafirên şer. Herçend pedafenda hewayî ya Sûriyê bersiva wê balefire da, lê nekarî li balefire bixe.

“Sky News”ê jî ragehand ku balafirên Îsraîlî çar êrîş kirin ser enbara çek û teqemeniyan.

Saziya Çavdêr ya Mafê Mirovan li Sûriyê jî ragehand ku armanca balefirên Îsraîlî kargeha mîsê nebûye, belkû enbara çek û cebilxaneyan bûye.

Televîzyona El-menar ya Hizbullahê jî ragehand ku balafirên Îsraîlî zêdetir ji yek demjimêrî li ser sînorê Lubnan û Sûriyê firiyane.

Arteşa Îsraîlê roja Duşemiyê 16`ê Octoberê jî ragehandibû ku wan kariye samaneyeke bergiriyê ya arteşa Sûriyê li derdora Demişqê de ji nav bibin.

Dewleta Sûriyê hişdarî dabû ku ewê wan balafirên Îsraîlî bikin armanc ku hinda esmanê wan bifirin.

Balafirên Îsraîlê di meha Banemerê de jî êrîşî ser enbareke alavên leşkerî li nêzî balafirgeha Demişqê kiribûn, ku ya rejîma Îranê bû, û ji bo veguhastina alavan bo Hizbullaha Lubnanê dihate bikarbirin.

Berpirsyarên Îtila`atî ên Îsraîlê hejmara milîşên li jêr fermandehiya rejîma Îranê de, heya 25 hezar kesî texmîn dikin, ku ji Spaha Pasdaran û milîşên Îraqî û Efxanî û Pakistanî pêk tê.