Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê êrîşî ser binkeyên rejîma Îranê kir

12:10 - 12 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Di doma êrîşên Îsraîlê li ser binkeyên rejîma Îranê û Hizbullahê, vê carê jî binkeyên wan bûne armanca êrîşên herî tund ên Îsraîlê.

Binkeyên rejîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê berdewam dibin armanca êrîşên Îsraîlê û dîsan jî bona têkbirina enbarên çek û teqemeniyên wan girûpên têkder û terorîst, Îsraîlê erk û wezîfeya xwe ya dawanîna bi van girûpan bi cî anî.

Ragehandinên Sûriyê jî ragehandin, ku balafirên Îsraîlê li derdora Demişqê êrîşî hindek binkeyan kirin, ku di ecamê de yek ji enbarên firokexaneya navneteweyî ya Demişqê bû armanc.

Saziya çavdêr ya Mafê Mirovan jî ragehand ku êrîşên Îsraîlê li dijî binkeyên Hizbullahê û ên rejîma Îranê bûne.

Li gora ragehandina vê saziyê, aliyê kêm du mûşek li nêzî firokexaneya navneteweyî ya Demişqê ketin, lê armanca mezintir di herêma El-keswe û herêmên din ên başûra Demişqê bûn, ew cihên ku zêdetirîn enbar û hêzên Îranê  û Hizbullahê tê de hene.