Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jêhatînebûna birêveberên welat pirsgirêkên sereke ên aboriye rejîmê ne

11:47 - 10 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Nûnerekî mecilsa rejîmê daye zanîn jêhatînebûna birêbveberiya welat pirsgirêkên sereke ên aboriya welat da zanîn.

Mihemedhesen Ferhengî endamê komsyona Pîşesazî û kangayê li mecilsa şêvra Îslamî a rejîmê de, di gotûbêjeke çapemeniyê de daye eşkerekirin ku, arîşeyên ku derheq aborî û derbaziya xelkê di welat de hatine gorê, hemû bi sebeba siyasetên şaş û lênehatî ên birêveberên welat in, ku bandora rasterast li ser pirsgirêkên niha ên li hemberî jiyana xelkê û aboriya welat hene.

Herwisa wî berpirsê rejîmê îtraf bi vê yekê jî kir ku, Îran xwedî çar demsalên salê yê berhemanînê ye, û herwisa xwedî çavkaniyên wekî, petrol, gaz û kangayê ye û di wî warî de gellek dewlemende, lê jênehatîbûna birêveberiya welat bûye sedema hatina gorê aloziyên aborî, betaliya welatiyan, jênehatîbûna rewşa jyana xelkê di Îranê de.

Wî nûnerê meclisê wiha berdewam kir, zêdeyî astengiyên dewletê sedemên hûndirî hene û tu pêwendiyek ji baykotan ve tunîne, lê mixabin berprisên rejîmê hemû arîşe û givaşên li ser rewşa aloz a welat, bandorên welatên wekî, Amerîka, Îsra`îl û Erebistanê sebebkar didin zanîn û bi wî awayî dixwazin destpîsî, jêhatînebûna birêveberiya xwe û herwisa serkutkariyên xwe bin peç bikin.