Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji ber êrîşên dewleta Tirkiyê sivîleke din li Bakûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da

21:52 - 28 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Êrîşên dewleta Tirkiyê ev 45 rojin li navçeya Cizîrê û Şirnaxê berdewam in û rojane xelkê wan deveran di bin topbarana de ye.

Herwiha tê payîn ku li Cizîrê 23 birîndar ku zarok jî di nava wan de hen, di avahiyekê de asê mane û jiyana wan di bin tehlukeyê deye.

Di encama êrîşên leşkerên Tirkiyê de kesek bi navê “ Nusret Bayer” ji ber giraniya birînê jiyana xwe ji dest daye û ev 5 rojin ku rê nayê dayîn ku cenazeyê navbirî derbazî nexeşxaneyê bibe.

Li gor nûçeyên belavbûyî, li taxa “Cûdiyê” de ji duh heyanî niha hêzên dewleta Tirkiyê bi xompareyan, êrîş birine ser avahiya ku birîndar tê de asê mane. Ji ber riftarên hişk û qirêj ên dewleta Tirkiyê, heya niha rê nahatiye dayîn ku ambolans derbazî cihê bûyerê bibe û, her ku diçe, rewşa birîndara xirabtir dibe.