Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji bo berbirobûna digel Tehranê, Amerîka û Firansayê li hev kirin

14:01 - 21 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Koşka Spî ragehand ku Trump û “Emmanuel Macron” li dijî têkderiyên rejîma Îranê, û riya berbirûbûnê rêkevtin kirin.

Piştî gotûbêja telefonî a di navbera “Emmanuel Macron” serkomarê Firansayê û “Donald Trump”, serkomarê Amerîkayê koşka Spî ragehand ku: Her du welatan li ser vê yekê rêkevtine kirine, da ku bi hev re, û bi alîkariya hevpêymanên xwe li dijî alozî û şerxwaziyên reîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê bisekinin.

Li gora dawîn nûçeyan, biryar e ku di çend rojên din de “Emmanuel Macron” derheqê vê pirsê de digel rayadarên welatên cîhan biaxive, da ku wan jî bikêşa aliyê xwe, û di vê derheqê de navbirî digel “Michel Aoun” serkomarê Lubnanê, “Abdel Fattah el-Sisi” serkomarê Misre, “Mohammad bin Salman” cîgirê paşayê Si`ûdiya û “Antonio Guterres” serkreterê NY axiviye.

Macron di demên derbezbûyî de jî bas ji metirsî û gefên rejîma Îranê kiribû, û gotibû ku dibe derheqê bernameyên mûşekî yên Tehranê gotûbêjan digel wan encam bidin; pirsa ku dijkiriyara rejîma Îranê lê ketiye, û ji serkomarê Fransa yê rê gotine : Ev babeta tu pêwendiyek bi Parîsê ve nîne.

Her di vê derheqê de roja Yekşemî di rêkevta 28`ê Xezelwera 1396`an de, Yekîtiya Ereban di bajarê Qahîreya welatê Misrê de civîneke bilez pêk anîbûn, û gotibûn ku tevî nîşandan nerazîbûna xwe li hember siyasetên destêverdanên Tehranê, di karûbarên welatên deverê de, daxwaz ji Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgiritî kirine, da ku gavên bilez û piraktîk li dijî Tehranê bavêjin.