Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Ji Dîwana Fuzûlî” ber bi nasnameya wî ve (Seîd VEROJ)

13:26 - 1 Gulan 2014

Seîd VERO

Divê di destpêkê de em dîyar bikin ku armanc û çarçoveya vê nivîsê, lêkolîn û kurteanalîzek li ser pirtûka “Ji Dîwana Fûzûlî” ye. Fuzûlî di ciwantîya xwe de dest bi nivîsîna şiîran dike û li gor berhemên wî yên berdest zimanê farisî, osmanî û erebî baş zanîye û di teserrufkirina wan de jî muqtedîr bûye. Dema mijar berhemên Fuzûlî be, bivê nevê kurtejîyan û nasnameya wî jî dibe beşekî mijara nivîsê. Bêguman ji bo lêkolîn û lêgerîna li ser jîyan, felsefe, kesayetîya edîbî û hemû berhemên Fuzûlî xebateke berfireh pêdivî ye. Di vê nivîsê de bi taybetî em dê giranîya xwe bidin li ser pirtûka “Ji Dîwana Fuzûlî” û bi giştî jî em dê behsa nasname û dema jîyana wî bikin.

Pirtûka “Ji Dîwana Fuzûlî”, yek ji berhemên Mehmed Mîhrî yê piştî damezirandina komarê ye û bi navê “Av. Mehmed Mîhrî”, li Îstenbolê û ji alîyê çapxaneya “Aydinlik” ve di sala 1937an de hatîye çapkirin. Dema ku em bala xwe bidin nivîsa wê ya “destpêkê” û hinek gotinên di nav pirtûkê de, rewşa wê demê, tesîra rêvebirî ya dema dîktatorîya yekpartîtî ya rejîma Komara Tirkiyê bi awayek aşkere xuya dibe. Li gor agadarîyên li ser bergê pirtûka “ji Dîwana Fuzûlî”, pirtûka berdest wek “Beşê Yekem” û di rûpela pêşî ya hundir de jî wek “Pirtûka Yekem” hatîye binavkirin û ji vê agadariyê wisa dertê ku wê beşê duyem yan pirtûka duyem jî bête amedekirin. Şerh û tefsîra van pênc qesîdeyên di nav rûpelên vê pirtûkê de wek “pirtûka yekem” hatine binavkirin. Ev yek, ji vê agadarîya nivîskar xuya dibe: “5- Di nav eserên Fuzûlî de ya herî birûmet Kûlllîyat e, di nav Kûlliyatê de jî yê herî bilind qesîdeyên wî ne û di nav qesîdeyan de jî yên herî giran û zehmet qesîdeya Av, Saba, Xençer, Gul û Qelem in. Di nav vê pirtûka yekem de, ez dê şerha van qesîdeyan bikim.” Nivîskar ji alîyê naveroka edebî ve, van qasîdeyên Fuzûlî wek “abîdeyên bêhempa yên edabîyatê” dinirxîne.

Nivîskar der bareyê sebebê nivisandina vê xebata xwe ya li ser Fuzûlî de weha dibêje: “Rojekî di vegera ofîsa xwe de ji bo nihêrîna klâvuzê ez çûm Kitêbxaneya Mîlletê, li wê derê min dîwaneke Fuzûlî dît ku ji aliyê şagirtekî wî ve berîya sê esran hatibû nivîsandin. Min bi dilxwazîyeke mezin kitêb xwest û dest bi xwendina vê Dîwana bijarte ya Fuzûlî kir, ku berîya sê esran li ser kaxizek xweşik û bi nivîseke nexweşik hatibû nivîsandin.

Lêbelê di berdewamîya xwendinê de hun dizanin min çi dît? Di her rêzekî wê de gelek xeletiyên tewş.

Li hember vê hadîseyê dilê min bi Fuzûlî, bi min, Emîrî û telmîzên mûbarek şewitî. Lewra navê Fuzûlî bi xwe Mele Mehmed, yê min Mele Mehmed û yê vî camêrî jî Mele Mehmed e, camêrê navxirab navê me jî herimandîye. Ji ber vê yekê, bi taybetî hemû nifirên Fuzûlî ji xwe re tahsîs kirine.” Lewra “Der bareyê bîyografya, dîroka jîyan û rewşa wî ya xûsusî de dubarekirina hinek agadariyên dîyar tiştek e, lê belê der barê kûllîyata wî ya dewlemend, bêserûbin û kêmpeyda de nivîsandina berhemeke bêxelet û bêhempa tiştek din e.”
Wek gelek nivîskar û şairên wê demê Fuzûlî jî navê mahlas bi kar anîye. “Navê wî yê eslî Mehmed e û navê bavê wî jî Silêman e. Lê belê wî wek mahlas navê Fuzûlî bi kar anîye û di Dîwana xwe ya Farisî de sebebê bikaranîna vî navî weha dîyar dike: “Ji bo ku navekî yekane û xwerû be, bi şaîrên din re tevlîhevî çênebe û kes nexwaze wê bigire, min navê Fuzûlî li xwe kir.”

A. Golpinarlî dibêje “Fuzûlî ji alîyê edebî ve di bin tesîra Elî Şîr Newayî de ye” Mehmed Mîhrî, di xeta dibistana edebîyata klasîk de Fuzûlî, wek peyrevê Dahî dide nasandin, ji alîyê edbebî û felsefî ve jî, wî wek hempa û hevqelemê Sadî, Hayyam, Hafız, Enwerî dide nasandin. Herweha nivîskar armanc û têgehîştina zanistîya Rojhelat û Rojava jî muqayese dike û ji bo têgehîştina Fuzûlî weha dibêje: “Belê di Rojhelatê de sebebê paşveketina îlmê, fêrbûna her tiştî ye; di Rojavayê de bingeha pêşkevtina îlmê, di rêya armancê de bi teferuaten zanîna tiştekî hatiye avakirin. Fuzûlî jî ew şexsîyet e ku her tiştî dizane.”

Ji ber vê yekê nivîskar bala xwendevanan dikşîne li ser hostayî, mezinayî, kûrayîya şairî û mertebeya edebî û îlmî ya Fuzûlî, wî wek “stêrkek utarîd a geş” bi nav dike û dibêje, “Navê şaîrîyê li her kesî nabe û paxir (sifir) jî nabe zêr.” Yek ji xûsusiyetên mezinayîya wî ya edebî jî, di ziman û kulturên cihê de bi awayeke hosteyî bikaranîna û rêstina qelema wî ye. “Fuzûlî, di warê edebîyatê de namdar û xwedîyê ciyekî bilind e û di edebîyata farisî, tirkî û erebî de dahîbûna wî ji alîyê her kesî ve hatîye qebûlkirin. Ji ber vê, ji bo ku kes cesaret bike bêje ez bi “Fuzûlî zanim”, divê ev her sê zimanên li jorê hatine dîyar kirin, bi tevlî edebîyat û mezîyetên wan baş bizanin.”

Mehmed Mîhrî, xwe jî wek şagirtek Fuzûlî dibîne û dibêje “herçiqas ne li gor adaba edebê be jî, ez xwe wek şagirtekî piçûk ê ustad dibînim û ji ber îlhama berhema wî, dixwazim der heqê perwaneyê de xazelekî xwe pêşkêşê we bikim:
“Ey peri surat ki: her mefküre hayrandır sana.
Sen ilâhı aşksın, şiirim de iymandır sana.

Gönlümü teshir etmişdir o sarışın saçların
Sanki her bir büklümü bin ahd-u peymandır sana.

Gül yanağın üzere zerrin saçları göstermeli.
Hüsn şahsın, o da Tuğrayı fermandır sana.

Şemi ruhsarınla tenvir et karanlık gayemi.
Korkma göz değmez. İki gözüm nigehbandır sana.

Ateşi şevkinla yandise gönül, pervane yok.
Nuri ruhsarın gören pervane, kurbandır sana.

Boyuna tasvir için bağlarda sankim serviler.
Göklere ilân ederler: yerde yok akran sana.

(Mihri) nin ah-u enini göklere vardı fakat:
Ey periler serveri bu hal penhandır sana.”
Fuzûlî qasê edbiyatê di mertebeya îlmê de jî gelek pêş ketibû. Lewma gotîye, “Şiîrê bê îlim, wek avayîyeke bê binyad e.” M. Mîhrî jî der bareyê mertebeya îlmî ya Fuzûlî de weha dibêje: “Fuzûlî tenê ne şaîrekî fewqalede ye, bîlakîs herwekî ku min berê jî dîyar kiribû mertebeya wî ya di zanîna matematîk, tib û bi xûsusen jî felekîyyatê de, di mahîyetekî gelek heyret hiştinê (ecêbmayî) de ye.” “Fuzûlî; di îlmê tibê de Îbnê Sîna, di felsefe û mantiqê de Farabî, di felekîyat û matematîkê de Çaxmenlî, di tefsîrê de Beyzavî, di hedîsê de Buharî û di edebîyatê de jî dahîyên bi nav û deng ên wek Nevayî dişopîne.”

Der bareyê dem, ciyê jidayikbûn û aîdîyeta etnîkî ya Fuzûlî de jî fikir û agadarîyên cûda hene; hin dibêjin ji Bexdadê ye, hin jî dibêjin ji Hilleyê ye û Mehmed Mîhrî jî di nav de beşeke girîng jî, wî Kerkûkî qebûl dikin. Lêbelê li gor agadarîya Abdulkadir Karahan, Fuzûlî di destpêka Dîwana xwe de ji bo Bexdadê dibêje “Dîyarê Gurbetê.” Ji ber vê, em dikarin bêjin ku nêrîna Bexdadî bûna Fuzûlî lawaz dimîne û dûrê rastî ye. Yên ku dibêjin li Hilleyê ji dayik bûye, ew jî nikarin der bareyê vê yekê de belge û delîlên berbiçav pêşkêş bikin. Li gor agadarîyên Mehmed Mîhrî û Alî Nîhat Tarlan, “ew paşê çûne li Hilleyê bicî bûne.” Dimîne Kerkûkîbûna wî, Mehmed Mîhrî jî di nav de li gor agadariya gelek nivîskarên wê herêmê, ew ji Kerkûkê ye. Xwedîyê berê yê kovara Kurdistan M. Mîhrî, di şertên dîktatorîya yekpartîtî ya dema Komarê de nikare raste rast bibêje ew kurd e, dibêje ew ji Kurdistanê ye; “Warê jidayikbûna wî jî ciyekî di navbera Kerkûk û Silêmanîyê de ye. Ji ber ku bavê wî bûye miftiyê Hilleyê, ew li wê herêmê mezin bûye û jîyaye.”

Di Ansîklopedîya Îslamî de jî li ser cî û war, eşîr û qewmiyeta Fuzûlî weha tê gotin: “Di Tezkîreya Sadiqî de hatiye gotin ku Fuzûlî mensûbê eşîreta Bayatî (Beyatî) ye.” Memhemd Hurşîd (Paşa) jî di pirtûka xwe ya bi navê Seyahatnâme-î Hudud de dibêje “Fuzûlî mensubê eşîreta Bayatî ye û Bayatî jî kurd in.” Di “Ferhengî Kurdistan” de li hemberî peyva “Beyat” weha hatîye nivîsandin; “tîreyêkî kurd ê li dewr û berî şarî Kerkûk e.” Îbrahîm Xelîl Baran jî di xebata xwe ya bi navê Eşîretên Kurd de, “Bayatî (Beyatî)” wek navê eşîreke kurd dîyar dike û dibêje ev eşîr “di navbera Duzxûrmatu û Kifrî de cîwarbûyî ye.” “Ji ber vê yekê, di serî de oryantalîstên rusî yên wekî Krimskiy (1910), CI. Huart (Encycl. De I’Islam, mad. Fuzûlî) û Minorsky (Kurds) Fuzûlî kurd qebûl kirine.” Krimskiy dibêje “ji alîyê qewmî ve, ew ne tirk e û ne jî tirkê azerî ye. Ew ji kurdên azerî ye, yanî mensubê qebîleyekî îranî ye.” Cl. Huart jî dibêje “ew şaîrekî tirkî yê nijadkurd e.” Lêkolîner Mehmet Bayrak jî dibêje, “Sê şaîrên gewre yên edebîyata Dîwanê: Fûzûlî, Nabî û Nefî nijadkurd in.”

Wek ciyê jidayikbûna wî, li ser salên zayin û mirina wî jî nêrînên cihê hene; hin dibêjin ew sala 1504ê M. û hin jî li gorî Qesîdeya wî ya li ser hukûmdarê Aqqoyinî yê Elwend Begî, dibêjin ew sala 1480-85an ji dayik bûye…., Lêkolîner Abdulkadir Karahan jî dibêje, “Li gor berhemên wî em dikarin sala jidayikbûna wî texmîn bikin ku kêm zêde ew jî teqabûlê salên 1495an dike.”

Der bareyê dema mirina Fuzûlî de gengeşî û nêrînên pirr cihê nîn in. “Li gor agadarîyên hemşehrîyê wî yê Ahdî, sala mirina wî jî 1556ê M. tête qebûlkirin.” Bi yekdengî nebe jî, dema em dîroka jidayikbûna û mirina wî bidin berhev, kêm-zêde em dikarin bêjin ku Fuzûlî nêzîkê 65-70 salan jîyaye. Lêbelê ciyê mirin û gora wî jî nedîyar e.

Fuzulî, di nav şairên klasîk de yek ji wan kesan e ku gelek nivîs û berhemên wî çêbûne. Feqet li ser nav û hejmarên berhemên wî jî fikir û nêrînên cihê hene. Mehmed Mîhrî der bareyê nivîs û berhemên wî de weha dibêje; “yên me dîtî û bihîstî, di ser hev de gelek berhemên Fuzûlî hene: Hadîkatû’ssûadâ, Sihhat û Maraz, Kûllîyata Dîwan, Leylâ û Mecnun û Hamse ya ku me navê wê bihîstîye û nedîtîye.” Lêkolîner Îsmaîl Kayapinar ji bo orjînalê hinek berhemên wî, arşîva Mûzeya Asya ya Lenîngiradê wek çavkanî nîşan dike û berhemên wî bi vê awayê dabeş dike û dijmêre: “Berhemên wî yên manzum: Dîwana osmanî, Dîwana farisî, şiîrên erebî, Leyla û Mecnûn, Beng û Bade, Heft-cam/Sakî-name (farisî), Tercumeya Hadis-i Erbanî; berhemên mensur: Hadikatû’s-sûeda, Nameyên bi Osmanî, Rind û Zahid (farisî), Sihhat û Maraz (farisî), Rîsaleya Muamma (farisî), Matla’u ‘l-itikad fi Marifet’l-mebde’ ve’l-Mead (erebî)”

Di der heqê vê babetê de xalekî balkêş jî ev e, lêkolîner û pisporên turkî yên wekî Prof. Dr. Abdulkadîr Karahan, Prof. Dr. Alî Nîhad Tarlan, Abdûlbakî Golpinarlî û wd. ên ku li ser edebîyata Dîwanê û Fûzûlî xebitîne û tirkbûna Fizûlî îdîa dikin, qet behsa xebata M. Mîhrî nakin. Sedemê herî girîng ê vê yekê jî kurdperwerî û Kurdistanîbûna M. Mîhrî ye.

Fuzûlî di sedsala XVI. de jîyaye. Ji ber vê yekê, bîrxistina hinek agadarîyên dîrokî, ji bo zelalkirina rewşa Fuzûlî dê ji me ra bibe alîkar. Bêguman cî, dem û şertên perwerdebûn û jîyana mirovan, bûyer û tevgerên dîrokî yên ku mirov di nav wan de dikemile li ser çêbûna fikiryat û faalîyetên mirov jî gelek tesîr dikin. Em dikarin bêjin ku rewşa sîyasî û civakî ya dema perwerdeyî û jîyana civakî ya Fuzûlî, gelek tesîr li ser şexsiyet û berhemên wî jî kirîye. Di vê demê de desthilatdarîya li ser Kurdistan û Bexdadê, di navbera Sefawîyan û Osmanîyan de dest diguhere. Di destpêka sedsala 16an de Şah Îsmaîlê Sefawî Bexdadê fetih dike û herêm dikeve bin desthilatdarîya Sefawîyan. Bexdad, di sedsala 16. de yek ji navendên herî girîng ê ticarî û kulturî yê alema Îslamî bû. Dema ku Şah Îsmaîl Bexdadê digre, wê demê Fuzûlî şaîrekî ciwan e, li gor agadarîya hin lêkolîneran mesnewîya Beng û Bade jî wê demê ji bo vî hikumdarê Şiî hatiye pêşkêşkirin. Şah Îsmaîl, şiîperestekî dijwar bû û li hember kurdên Sûnnî jî bêrehm û xedar bû. Ji ber vê sîyaseta dijwar a Şah Îsmaîl, kurdan bi serkêşîya Îdrisê Bedlîsî xwe nêzîkê Osmanîyan kirin û bi piştgirîya kurdan, Yawuz Sultan Selîm di Şerê Çildêranê de bi ser ket û li herêmê tesîra xanedanên Îranê lawaz bû. Piştî vê serkevtinê, sala 1514, di navbera Osmaniyan û beşekî mezin ê Mîrîtîyên Kurdan de yekemîn peymana sîyasî hate çêkirin. Li gor vê peymanê, di navbera Dewleta Osmanî û beşek mezin ê Mîrîtîyên Kurdan de pevgirêdanîya wek sîstemek konfederal hate avakirin. Lê di herêmê de desthilatdarîya Sefawîyan hetanî salên 1534an dewam kir. Sala 1934ê, di bin desthilatdarîya Qanûnî Sultan Silêman de û bi piştgirîya kurdan jî seferek dijwar ji bo bidestxistina herêmê çêdibe û herêm dikeve bin destê Osmanîyan. Ji wê demê şûn de Kurdistan jî dibe seha şerê navbera Osmanî û Sefawîyan.

Sala 1639an di navbera Dewleta Osmanî û Îranîyan de Peymana Kesr-î Şîrîn tête îmzekirin. Bi îmzekirina vê peymanê, Kurdistan dibe du parçe û di navbera Osmanîyan û Îranîyan de tête parvekirin. Ev peyman, hetanî sedsala 19. bû bingeha dîyarkirina sînora navbera herdu alîyan jî.

Ji ber van bûyerên civakî-dîrokî û guhartina desthilatdarîyê, bivê nevê tesîra ziman û çanda alîyên desthilatdar li ser nivîskar û rewşenbîrên wê demê çê bûye. Ji ber vê yekê, Fuzûlî jî di nav de, gelek rewşenbîr û ulemayên wê demê bi zimanê erebî (zimanê wan ê dînî bû), farisî û osmanî nivîsandine. Li gor agadarîyên li jorê hatine dîyarkirin, navê eşîret û Kerkûkîbûna Fuzûlî jî li ber çavan bête girtin, bêguman mesela kurdbûn û bi kurdî nivîsandina wî jî tête rojevê. Kurdbûna Fuzûlî îhtimaleke mezin e û hin lêkolînerên bîyanî jî wî kurd qebûl dikin. Lêbelê li gor agadarîyên heyî nedîyare berhemên wî yên kurdî hene yan na?

Jîyana civakî û edebî ya Fuzûlî jî di nav ev guhertin û bûyerên dijwar de derbas dibe. Bivê nevê van bûyer û guhartinan, tesîr li ser şexsiyet, fikir û berhemên Fuzûlî jî kirine. Dema berhemdarî û piranîya jîyana Fuzûlî di dewra Kanunî de derbas bûye. Lê belê navbera wî û desthitdarîya Osmanî jî pir xweş nebûye. Ji ber ku ew mirovekî zana û dîndar bû, xwedî nefs û îzetê bû, ji desthilatdaran re lêbokî û qeşmerî nedikir û ji ber vê jî rastê gelek neheqîyan hatiye. Ji ber helwesta hukûmdar û rêvebirên wê demê gelek mexdur bûye. Bi gotina M. Mîhrî, “Ew rastê xedra bêqanunîya dewra Kanunî hatîye. Rêvebirên wê demê, wî bi dijminatîya osmanîyan û parastina Şîîtî û sefawîyan tohmetbar kirine.”

Dawîyê dixwazim bala xwendevanan bikşînim li ser xalek girîng a der heqê Fuzûlî de. Hinek nivîskar û lêkolînerên Tirk, ji ber ku Fuzûlî bi zimanê osmanî nivîsandîye dixwazin wî nijadtirk nîşan bidin. Lê belê Fuzûlî ne tenê bi osmanî, bi zimanê farisî û erebî jî nivîsandîye. Bi zimanê osmanî nivîsandina wî, nayê mana tirkbûna wî. Eger ji ber zimanê nivîsandina wî, tirkbûna Fuzûlî were îdîakirin, ereb yan jî farisbûna wî jî derdikeve holê ku divê ev her yek îdîa bi berfirehî bêne lêkolandin. Digel van îdîayan, kurdbûna Fuzûlî îhtimala herî mezin e û beşekê lêkolînerên bîyanî jî rasterast wî kurd qebûl dikin. “Kurdên ku di nav edebîyat û jîyana fikrî ya tirk, ecem û ereb de cî girtine jî hene. Hinek şexsiyetên navdar ên edebiyata osmanî û Turkîyeya modern jî bi eslê xwe kurd in. Mîsal; şexsiyetên wek Nabîyê Rihayî û Fuzûlî”, Abdullah Cewdet û wd. hene û herweha di dewra modern a Turkiyê de jî şexsiyetên wek Cemal Sûreya, Yaşar Kemal, Ahmed Arif û gelekên din hene. Bi zimanekî nivîsandin tiştek e, aîdê qewm û koma etnîkî ya wî zimanî bûyin tiştekî dî ye. 31.03.2014

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine.