Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji peravên Medîterane ve bo Tehranê

17:53 - 8 Çirriya pêşîn 2018

 Kerîm Perwîzî

Rejîma Îranê çend salan berî niha ku serhildana xelkê li Sûriye dest pê kir, ji tirsa rûxana Esed ê hevalbendê xwe, bi hezaran kesî ji hêzên leşkerî şandin wir, û bi sedan milyard Dolarî ji dahata welatê Îranê xerc kir, da ku rejîma tawanbar a Beşar Esed biparêze, û bi hêceta vê bû ku Sûriye û Lubnan û Îraq û kûrahiya stratejîk a rejîmê ne, û heta digotin ku Sûriye ji Xûzistanê jî girîngtir e! Lewra dibe ku di Sûriyê de şer bikin, da ku şer nekeve nava sînorên Îranê de.

Di serdemên kevn de, Hexamenişî ku komeke tayife û qebîleyên koçerî û talanker bûn, û wekî DAÎŞ`ê êrîş kirin ser şaristaniyeta Mad û ew ji nav birin, paşayek bi navê Kembociye heta ser peravê Medîterane çû, û xwast ji vê deryayê debaz be bo Ewropa, û Yûnanê dagîr bike, lê şîpelên behrê hêza wan têk şikand û wî paşayî jî ku xwe wekî Xwedê dida nasandin, ferman da ku behrê bidin ber şelaqan!, piştre li Sûriyê birîndar bû, û li Îraqê de zelîl bû û kete nav ciyan de, û piştre mir!. Dîroka vê navçeyê ecêb dubare dibe!.

Komara Îslamî jî wekî piraniya herî zêde ya deshilatdarên nîve çolistana felata Îranê, ku hest bi vê kirine ku bi hovîtiyê hinek hêz ji xwe re peyda kirine, û şaristaniyeta navçeyê wêran kiriye, timayiya wan çûye gihîştin bi Medîterane û derbazbûn bo Ewropayê. Lê gihîştina bi peravên Medîterane xala dawiyê ya sefera wan bûye, û bi şîpelekê xistine nava paytextên wan de, û dawî bi deshilata wan hatiye anîn.   

Komara Îslamî digot ku dibe li Sûriyê şer bike, da ku şer di nava sînorên xwe de neke. Di rojên borî de li Laziqiye û peravên Medîterane firokeya Îsraîlî û navçeya Firansewî, êrîş kirin ser barên teqemenî û mûşekên Spaha Pasdaran, û derbeke giran li wan dan.

Piştre welatên Firansa û Almanyayê û serokê Nato û kesên din jî ragehandin ku hêzên Spaha Pasdaran û rejîma Îranê dibe li Sûriyê bêne derkirin.

Şerek ku Komara Îslamî digot li Sûriyê dike û ji xûzistanê pê girîngtir e, li Ehwazê pêsîra wê girt, û xamineyî biryar derkir ku behrê bidin ber mûşekan! piştre ji tirsa de, li Tehranê hewl dan, sedan hezar besîcî û kirêgirtiyên xwe kom bikin, ku ne eva ku xelkê bitirsînin, belku tirsa xwe ji herifîna rejîma xwe veşêrin.

Niha seranên rejîmê bi eşkere dibêjin ku şer birine nav mala wêran ya rejîmê, îca bi navê şerê aborî yan şerê medyayî û rewanî yan her naveke din be, ew yek bixwe qebûlkirina vê ye, ku şer birine nava mala wêran ya wan de, û xelk ditirsandin ku bila Îran wekî Sûriye lê nehê, lê niha dibêjin ku me wekî Yemenê lê kiriye!.

 Eva rewta dîrokê û bingehên serekî ên siyasetê û berbirûbûna hêz e, ku di navçeyeke hestiyar a wekî Rojhilata Navîn û xelkê çendreng û çend neteweyî ya vê navçeyê, derfet bi hêza serberedayî û tevdanîker a wekî Komara Îslamî nade, ku zêdexwaziyê bike, û tu deshilateke tawankar, ku xelk li piştê nebe, û di navxwe de rizî be, nikare bo heyameke dirêj, bi nimayişa leşkerî û destêwerdana di nava karêbarên welatên din temenê xwe dirêj bike, û ew şaşiyên ku dikin, dibe belayek bo canê wan.

Şelaq lêdan li behrê, rejîma stemkar ji şîpelên deryaya xwestek û daxwaziyên xelkê naparêze, û bi lehiyekê koşka rizî ya deshilata Tehranê diherife û di dîrokê winda dibe.