Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jinavbirina xwezaya Zagrosê ji aliyê rejîmê ve berdewam e

18:55 - 27 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Lêdana riyên zêde di nava çiyayên Zagrosê de,  ji sedemên têkdana xwezaya Kurdistanê ne.

Rejîma Îranê di pirojeya herî nû ya têkderane ya xwe de, dest kiriye bi lêdana riyan li ser “Zerdkûh” a Çarmehala Bextiyarî, ku di biyavê xwezaya êkosîstemê de ji çavkaniyên herî serekî ên dabînkirina ava şirîn ya piraniya navçeyên derdorê ye.

Se`îd Yûsifpûr birêveberê pêşîn ê jîngeha parêzgeha Çarmehala Bextiyarî û karnasê jîngehê ragehandiye: Zerdkûh di biyavê cureyên ajelan û daristanan de, ji beşên herî girîng û binirx ên êkosîstema zincîreçiyayên Zagrosê ye.

Wî karnasê jîngehî hişdarî daye ku lêdana riyan li çiyayên Zagrosê de ne hewce ne, û riyên berê gellek beşên vî çiyayî têk dane, û niha jî ne hewce ye ku riyeke nû bê lêdan, û xelkê vê navçeyê di hatûçûyînê de kêşe tunînin.

Wî berpirsê rejîmê bas ji vê kiriye, ku ew piroje bi bê lêkolînkirinê dest pê kirine, û tu pirsek bi karnasên jîngehê û aliyên têkildar nehatiye kirin, û di vê derheqê de hişdarî daye ku ew piroje li ser jîngeha zincêreçiyayên Zagrosê gefa sereke ne.

Rejîma Îranê di Kurdistanê de di biyavê siyasetên şovenî ên xwe de, berdewam di hewl de ye ku kangeh û sermayeyên Zagrosêtalan bike, û bi hêceta parastina ewlehiya nîştiman di zincîreçiyayên Zagrosê de, bi lêdana riyan û binkeyên leşkerî xwezaya Kurdistanê têk bide.