Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jîngegha “Dêhloran”ê ji nav agir de dişevit e

17:27 - 13 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Daristanên bajarê Kurdistana Rojhilat bi awayekî berdewam di agir de dişevitin.

Di heyama çend hefteyên derbasbûyî, bi berdewamî jîngeh û çirîngehên Kurdistanê di agirê neyarên wê axê de dişevtin, û wê carê jî 80 domin li çirîngeh û lêrewarên bajarê “Dêhloran”ê bûne bi xwelî.

Ew agirberbûna li gundê “Bêşezar” a girêdayî bajarê “Dêhloran”ê ya ser bi parêzgeha Îlamê rûdaye, û bûye sedema jinavçûna rûbereke zêde li jîngeha giyayî û canjiberên wê cihî.

Herwisa li heyama kêmtir di yek sala derbasbûyî de, zêdeyî li 121 donim li jîngeh, zeviyên xelkê, daristan û bigiştî sirûşta deverên derdora bajarê Bane a girêdayî parêzgeha Sine şevitîne, û berpirs cuda ji wê yekê ku haşa li tawan û pîlanên xwe dikin, belkû, ew kiryarên dijî mirovî yên mohreyên xwe xistine stûyê xelk û bitayeb xwediyê baxçeyên deverê.

Pareke zêde li wê agirberdanê ji aliyê mohreyên wê rejîmê ve, bi merema jinavbirina jîngeha Kurdistanê encam didin.

Jîngehparêz û xelkên dilsoj ên Kurdistanê, tenê xelkek kîm ku di demên wiha de li hawara jingeha Kurdistanê diçin û ev yek di demekê de ye ku, berpirsên rejîmê bi rewşên  wiha ku tên gorê guh nadin, û heya gellek caran hewla girtin û desteserkirina jîngehparêzên Kurdistanê jî didin.