Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jîngehparên Îranê derheq jinavçûna jîngehê de hişdariyê didin

11:07 - 11 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Navendên jîngehparêzî yên Kurdistanê, ji hevwelatiyan  re derheq jinavçûna jîngehê hişdariyan didin.

Navenda jîngehparêzî ya Pajîn a Bane  ji hevwelatiyên akincî yên di gund û bajaran  de, hişdarî daye ku salane 40 hezar hiktar ji daristanên Îranê bi sedemên cuda ji nav diçin, û di heyama 40 salên derbazbûyî de 60 hezar milyon hiktar ji daristanên Îranê ji nav çûne.

Wê navenda jîngehparêziyê, texmîn lêdaye, ku hekî derheq jinavçûna daristanan de wiha xemsar bin, dibe ku heya 30 salên bê, tewahiya daristanên Îranê ji nav biçin.

Ev hişdariya vê navenda jîngehparêziyê di demekê de ye ku, rejîma Îranê bizanebûn û bi awayên cuda wekî birêvebirina manovrên leşkerî û topbarana deverên sînorî yên Kurdistanê, daristanan ji nav dibe.

Her di heyama îsal de, daristanên çiyayê Arbaba, Şaho û Kamyaran, û deverên din yên Kurdistanê, bi sedema topbaranên hêza Spaha Pasdaran a terorîst a rejîmê, agir berbûyê, û ji nav çûn.

Her di vê pêwendiyê de, di dema agirberbûna daristanên Kurdistanê, navendên jîngehparêziyê û xelkê jîngehdost hewl didin da ku pêşî ji berfirehbûna agirê daristanan bigirin, lê rejîm rê nade.

Hêjayî basê ye ku, di demsala havîna îsal de, di heyama vemirandina agirê daristanên bajarê Merîwanê de, kesên wekî, Şehîd “Şerîf Bacwer” û çend hevalên wî yên jîngehdost yên Kurd, canê xwe li pêxema jîngehê de, kirine gorî.